Ofîsa peywendiyên derve û ya rawêjkariya istiratîcî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, civîneke hevbeş li ser daxwaza desteya siyasî lidar xist, bo lêkolîna naverokên destûrî yên têkildar bi pirinsîbên bingehîn yên dewletê, yên siyasî, civakî, abûrî û perwerdeyî, û yên desthilatên cîbicîkirin, rewakirin û dadweriyê.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya çareserkirina rewşa dezgeh û tîmên ewlehî û leşkerî bi şêweyekî destûrî kir, her weha şêweyê desthilatdariya dewletê û nasnameya niştimanî gengeşe kirin, hem jî bendên mafnasiyê, azadiya giştî û ya taybet û paşeroja fermanberiya xwecihî.
Civîngeran fermanên veguhêz û beşdarkirina desteyên serbixwe yên destûra nû gotûbêj kirin, da bihêle rewş guncaw bibe ji bo zemîneke aram û bêlayen pêk bê.
Her weha behsa encamên berhemên karê rola yekem ya komîta destûrî ya Sûrî û kaxezên amadekirina rola dahatî ya ko gerek 25 çêriya paşî ya nuha lidar bikeve kirin.
Civînê çend temîniyên wê ji bo desteya siyasî û nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya komîta destûrî pêşinyaz bikin amade kirine, da lêveger be bo karê wan.
Tekezî bû ko rawekirina destûreke nû ji bo welat çareseriya siyasî li Sûriyê pêk nayine, û giring e kar bibe ji bo dosyayên din vebin, wek ya desthilatdariyê û ya hilbijartinan, û ew dê bihêle hemû biryarên navdewletî yên bi rewşa Sûriyê têkildar in cîbicî bibin, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, û li gora demeke destnîşankirî pêk bê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî