Di bizavekê dîplomatîkî de ji bo komkirina piştgiriya navdewletî ji hikumeta demkî ya Sûrî re, serokwezîr Abdulrehman Mistafa îro roja çarşemê bi Balyozê Austuralya li Enqerê Mark Brown re civiya, û awayên hevkarî û hevahengiyê di navbera hikûmeta Australya û hikûmeta demkî ya Sûrî de gotûbêj kirin.
Serokwezîr herweha digel şêwirmendê siyasî li balyozxaneya Nûzelanda, Emily Wright, li navenda hikûmetê civiyan, û herdu aliyan rewşa deverên nû hatine kontrolkirin û giringiya peydakirina ewlehî û aramiyê ji bo vegerandina penaberan li wan deveran gotûbêj kirin.
Mistefa di civînên xwe de, bal kişand li ser pêşindeyên hikûmetê di pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji welatiyan re, û kar ji bo damezirandina dadgehên sivîl û leşkerî, û peydakirina jîngeha jiyanek birûmet ji bo niştecîhan, û bal kişand li ser hevrêzkariya bi Tirkiyê re li her tiştê ku dikeve di berjewendiya hevbeş ya di navbera herdu aliyan de.
Di çarçoveyek peywendîdar de, serokwezîr li ofîsa nûneriyê li Xazî Entabê, bi xanim Lucy John re berpirsa siyasî ya dosya Sûrî li balyozxaneya Brîtanya li Enqerê civiya, û herdu aliyan rewşa giştî ya deverên rizgarkirî gotûbêj kir.
Mistefa diyar kir ku hikûmeta demkî hewil dide aramiyê li herêmên rizgarkirî peyda bike, ji bo vegera xelkê , ku hikûmet ji bo vê yekê hemû tedbîrên pêwîst girtine, û kar ji bo pêşîgirtinê li destdirêjiyan dike.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî