Endamin Hevbendiya Niştmanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi amedebûna serokê hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Albhra, di komcivîneke diyalogî de li bajarê Izaz yê bi ser gundewarê Helebê ve beşdar bûn, tê de rewşa metirsîdar a li Idlibê û gundewarên wê, û bandora êrîşan li ser karê Komîteya Destûrî û pirosersa siyasî gengeşe kirin.
Û ev rûniştin di çarçoveya (dengê civaka xwecehî di destûrê de) bû, ya bi rêveberiya (komîta vegerandina ewlehiyê) ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî hat lidarxistin, herweha bi amadebûna endama Komîta Destûrî wek nûnera rêxistinên civaka sivîl, Huda Sercawî, û nûnerên encûmana parêzgeha Heleba azad û encûmana xwecehî û hin aliyên şoreşgerî û siyasî birêve çû.
Û amedebûyên komcivînê bal kşandin ser dijminkarî û gurkirina berdewam dijî Idibê ji aliyê rêjîma Esed û Rûsya ve, û nerînên xwe derbarê tewanên cengê dermafê sivîlan û bandora êrîşan li ser karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û paşeroja çareya siyasî li sûriyê, diyar kirin .
Û ji aliyê xwe ve Hadî Albehra şiroveya xwe pêşkêş kir, derbarê gera dawiyê ji karê komîteya destûrî û rawestandina rêjîmê jêre, carekê di riya derengiya pêşkêşkirina pêşinyarekê ji bo pirogramê kar, û careke din di riya sûrbûna wê li ser gengeşekirina dosyayên dervî karê komîteyê.
Herweha behsa pirosesa danûstandinan kir, ya ji bo çareya siyasî li gorî biryara 2254, û herçar sepetên ku ew biryar behsa wan dike, û nakokiya nerînan derbarê qonaxa bicîkirinê ya ku divê li gorî rêz û dema biryarê be.
Tê zanîn ku beşdaran rawestaneke piştgiriyê li bajarê Izazê berî destpêkirina komcivîn lidar xist, têde tewanên dijî sivîlan dibin şermezar kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin, jibo hilgirtina berpirsyariyên xwe derbarê parastina sivîlan, û rawestandina yekser ji dijminkariya li ser Idlibê re, û derbaskirina bilez ji alîkariyên mirovahî re bo kesên hewcedar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî