Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşembê, civîna xwe ya rolî bi serokatiya serokê Hevbendiyê, Enes Ebdê, û amadebûna serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî lidar xist, û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Amadebûyan civîn bi gengeşekirina rapora meydanî û leşkerî dest pê kir, û xweragiriya şervanan li eniyên şer dijî hêzên Esed û milîsên mezhebî yên din di heman dema operasyonên berdewam ji ezmanan, bilind nirxand.
Û amadebûyan behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî kirin, û encamên civîna doh li bajarê Stenbolê di navbera serokê Tirkyê Receb Teyib Erdoxan û hefkûfê wî yê Rûsî Flademer Potîn de gengeşe kirin, û tekezî li ser rola navdewletî kirin di warê sepandina agirbesteke yekser û parastina sivîlan û derbaskirina alîkariyên mirovî bo hewcedar û derbioderan.
Û endaman û hevrêzkarên ofîsan karên komît û ofîsan şirove kirin, û serokê Hevbendiyê Enes Ebdê tekezî li ser giringiya karkirina ji bo cîbicîkirina pilanên çarîka pêşîn ji sala 2020an.
Û civîngeran behsa civîn û serdanên şandên dewletên dost û yên birayên gelê Sûriyê kirin, û karên dibin ji bo mukumkirina peywendiyan li gel tevya dewletan ji bo bicîkirina bercewendiyên hevbeş bilind nirxandin.
Û serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî birêz Evdilrehman Mustefa, pêşketinên karê Hikûmetê şirove kirin, û bi taybetî di warê mukumkirina aramî û ewlehiyê li deverên rizgarkirî, her weha vekirina hejmarek ji dezgehên xizmetguzarî û dadweriyê bo hevwelatiyan li bajar û bajarok û gundan.
Û Mistefa tekez kir ku Hikûmet di pirojeyê xwe yê xurtkirina hestê niştimanî berdewam e, û hîn jî kar li gor wê biryara lêbûrînê ya bo kesên tewankarînekirine dibe, û diyar kir ku hejmarek kes hene ku lêpirsîn bi wan re hatine kirin, û dê hefteya dahatî serbest werin berdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî