Ofîa Komîta Olompîya Niştmanî ya Sûrî, li bargeha rêxistina “Sûrîya Mala Me ye” li bajarê Gazî Entab yê Turkîyê, kongera xwe ya damezirandinê yê yekem bo werziş û werzişvanên Sûrî li dar xist, wek gaveke destpêkî bo lidaxistina kongerên din li navçeyên azad û hin bajarên Turkîyê yên ku Sûrî lê dijîn ji bo karê werzişa Sûrî were rêxistinkirin, daku mafê lîstikvan û waneyan bête misogerkirin.
Û berêz Ahmed Cemîl Elelî, emîndarê giştî yê Komîta Olompî, serokatiya kongirê kir, û serok û endamê Ofîsa Olompî li bajrê Gazî Entab amade bûn, li gel hejmareke mezin ji werzişvanên ku nûnertîya hemû lîstikên werzişê dikin birêv çû.
Û ew kar li gor sitratîcî û pilana karê Komîta Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, ya bi ser Hevbendiya Niştimanî Sûrî ve hat, bi armanca pêşdabirin û firehkirina çerçoveya karê werzişê û bijartina yaneyan û lidarxistina çalakî û lîstikan, herweha vekirina korsan ji bo rahêneran û hekeman û rêxistinkirina karê yanayan bo nehiştina bêserûberîyê.
Û konger karê ofîsê yê sala borî gengeşe kir, û sekreter û rêxistinkar Mihemed Tahir Qurunful û serokê ofêsê Zekeriya Hemedok, pirogram û pilanên ofîsê pêşkêş kirin, û mîkanîzma pirosesa werzişê û tevlîbûna yane û werzişvanan bi awayekî fermî ji amedebûyan re zelal kirin, û erşîvek bo hemû werzişvanan ji bo parastina mafê yane û lîstekvanan hate danîn.
Û di rûniştina guhdarkirinê de, amedebûyan di riya peyv û pêşniyarên xwe re pirograma karê dahatî pêşkêş kirin, û bi hev re pilana sala 2020 gengeşe kirin, û tiştê herî berbiçav di pilanê de, pesendkirina lidarxistina pêşbaziyeke futbolê di herêmên azad de, û alîkarî bo bingeha yarîgeh û holên werzişê û amûrên werzişê werin dabînkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî