Daxwiyaniyeke rojnemevanî
Rêjîma Esed, di salên bûrî de çavkaniyên aborî yên welat di şerê xwe yê dijî gelê Sûrîyê de têk birin, piştî ku ew bi gendelî û diziyê pir westandin, û gelê Sûrîyê her bi dirêjkirina her rojekê ji temenê rejîmê re, rastî karîsatên nû tê, çi li deverên rizgarbûyî an li deverên di bin kontirola rêjîmê de be, tevî beşên alîgirên rêjîmê jî.
Hilweşînên li dû hev ji lêreya Sûrî re, û valabûna xezîneya Banka Navendî ji pereyên biyanî, ji bilî ziyanên mezin yên li warê çaksaziyê bûn, û rewşa bobelatî ya çandinîyê, û biryarên nedurist di hemû astên kargêrîyê de, hemû nîşana hilweşîna aborî ye di rojên dahatî de ji ber kiryarên rêjîmê, û wê êşên welatiyan û karê bazirganên cengê yên hevalên rêjîmê ne zêdetir bike.
Destdirêjî û lîstika bi parîyê jiyana gelê Sûrî, herdem alava rêjîmê ye bo fişarê li welatîyan bike, û jêhatîbûna gelê Sûriyê û çalakbûn û karîna wî ya afrandinê wek derfet ji xwe re dibîne, û wan neçarî derbasbûna rewşa bihabûn û gendelî û talanê dike, daku bihêle yên zindî mane dest ji maf û hêvîyên xwe berdin.
Hemî nîşan û şirove, helwest û nerîna Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî diçespînin, ew nerînên li gor biryarên Encûmena Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, û tekez dikin ku ti rê ji bo derketina ji aloziyên aborî yên welêt û ne jî ji kirîzên din ên ku rêjîmê li Sûriye peyda kirine re nînin, ji bilî çareseriya siyasî yaku aramî û hêminîyê vegerîne xaka welêt, û veguhastina sîyasî bi temamî li gorî biryara 2254 ya ku welêt bighîne demoqrasiya rasteqîn, û azadî û dadwerî û rûmetdariyê misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
13 kanûna paşîn 2020