Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, cext kir ku rêjîma Esed çavkaniyên aborî yên welat, di salên bûrî de, di şerê xwe yê dijî gelê Sûrîyê de têk birin, piştî ku ew bi gendelî û diziyê pir westandin, û êşên welatiyan bêtir kirin, û karê bazirganên cengê yên hevalên rêjîmê ne zêdetir kir.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniyeke xwe de, duh duşembê, got ku bi dirêjkirina her rojekê ji temenê rejîmê re, gelê Sûrîyê rastî karîsatên nû tê, çi li deverên rizgarbûyî an li deverên di bin kontirola rêjîmê de be, tevî beşên alîgirên rêjîmê jî.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku Hilweşînên li dû hev ên lêreya Sûrî, û valabûna xezîneya Banka Navendî ji pereyên biyanî, ji bilî ziyanên mezin yên li warê çaksaziyê bûn, û rewşa bobelatî ya çandinîyê, û biryarên nedurist di hemû astên kargêrîyê de, hemû nîşana hilweşîna aborî ye di rojên dahatî de ji ber kiryarên rêjîmê ve .
Û daxwiyaniyê eşkere kir ku destdirêjî û lîstika bi parîyê jiyana gelê Sûrî, herdem alava rêjîmê ye bo fişarê li welatîyan bike, û jêhatîbûna gelê Sûriyê û çalakbûn û karîna wî ya afrandinê wek derfet ji xwe re dibîne, û wan neçarî derbasbûna rewşa bihabûn û gendelî û talanê dike, daku bihêle yên zindî mane dest ji maf û hêvîyên xwe berdin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de, da xwiyakirin ku Hemî nîşan û şirove helwest û nerîna Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî diçespînin, û li gor biryarên Encûmena Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ne.
Û Hevbendiyê tekez kir ku ti rê ji bo derketina ji aloziyên aborî yên welêt û kirîz û karesatên ku rêjîmê anîne serê Sûriyê nînin, ji bilî bi çareseriya siyasî, yaku aramî û hêminîyê vegerîne xaka welêt, û veguhastina sîyasî bi temamî li gorî biryara 2254 ya ku welêt bighîne demoqrasiya rasteqîn, û azadî û dadwerî û rûmetdariyê misoger bike.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî