Kordînatorê Wezareta Têkiliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdel-Ahad Staifou, bi şêwirmendê siyasî li Wezareta Derve ya Fransayê, Fabrice Desploshan re civiya, û bi wî re rewşa meydanî ya dawîn û pêşveçûnên siyasî yên dosya Sûrî gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya rêkeftina agirbestê li Idlibê kir, û pêwîstiya hewlên navdewletî ji bo pêkanîna agirbestek berfireh, wekî gaveke bingehîn ji bo gihîştina çareseriyek siyasî li gorî biryarên navdewletî, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Staifou spasiya Fransa kir jibo rola wê di piştevanîkirina biryarên navdewletî yên li ser Sûriyê di nav Encumena Ewlehiyê de, û rola wê ya dawîn di pesendkirina biryara 2504 ya Encumena Ewlehiyê ya li ser nûkirina radestkirina alîkariya mirovahî ji mirovên hewcedar ên li Sûriya re, li deverên ji derveyî kontrola rejîmê.
Herdu aliyan herwiha tekezî li ser piştgirtina proseya aramiyê û peydakirina hêminiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û rola Fransa di vê pêvajoyê de kirin, û Staifou destnîşan kir ku bihêzkirina ewlehî û aramiyê yek ji wan pêşindeyan e, yên Hikûmeta Demkî ya Sûrî ji bo peydakirina wan dixebite.
Herdû aliyan behsa civîna Hevbendiya Niştimanî bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re kir, û destnîşan kirin ku Encûman û Hevbendiyê li ser çalakkirina komîteykê li hev kirin, jibo şopandina binpêkirinên li deverên wek rizgarbûyî ji hêla Hevbendiya Niştimanî ve hatine pejirandin, û li hev hate kirin ku Encûmen hevrêziya bêkêmasî digel Hikûmeta Demkî ya Sûrî bike, û rolek bibandor di xebata vê komîteyê de bilîze. Her weha tekezî kirin li ser vegera bi hêminî û rûmet û dilxwazî ya derbider û koçberan li malên xwe yên resen.
Herdû aliyan li hev kir ku têkilî û hevahengî di navbera wan de were xurtkirin, û hevrêzkarî di nav wan de li gor berjewendîyên hevbeş bê kirin, û şêwirdarê Fransayê Hevbendiya Niştimanî bo serdana Fransayê vexwend.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî