Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek ligel nûner û diplomatên welatên çalak û xwedîbandor di dosyeya Sûrî de û di serî de Emrîka û Yekîtiya Ewropî lidar xist, da ku bobelata mirovahî li Idlibê û tewanên cengê yên ku rêjîma Esed û Rûsiya li bakurê welêt pêktînin bi wan re gengeşe bikin.
Û civîn bi serokatiya serokê Hevbendiya Niştimanî, Anas Alabda, û beşdariya serokê komîteya danûstandinên Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, û hevserokê Komîteya Destûrî Hadî albahra, û serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Abd alrahman Mistefa, herweha hejmarek ji kordînatorên ofîs û dezgehên Hevbendiya Niştimanî, lidar ket.
Û serokê hevbendiyê Anes Elebde, behsa hêrsa mezin ya gelê sûriyê û nerazîbûna wî ji şêweyê danûstandina welatên dost û yên bira bi rewşa Idlibê re ji dîplomatan re kir, nemaze ku ew herêm li gor lihevkirinên navdewletî wekî herêmeke kêmkirina şer hatibû destnîşankirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tiştê ku li ldlibê diqewime “ji ber qelsiya navneteweyî ye çimkê civaka navdewletî berpirsyar e di ber bicîhanîna biryarên navdewletî û parastina sivîlan de.”
Û got ku bêdengiya civaka navdewletî hember tiştê ku li Idlibê dibe, dê bandora xwe ya neyînî li pêvajoya siyasî hebe, û got ku “Rûsya dihêle rejima Esed bêtir dûrî maseya danûstandinan bibe.”
Ji aliyê xwe ve serokê hikûmeta demkî ya Sûrî, pêşkeftinên karê hikûmetê diyar kirin, û raporek tê de behsa projeyên xizmetguzariyê yên ku di demên borî de hatine pêkanîn û pêşxistina saziyên xizmetguzariyê, herweha xurtkirina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarbûyî pêşkêş kir,.
Û civînê bal kişand ser qanûna Qeyser , ya ku berî demekê ji aliyê Waşintonê ve hat pejirandin, û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku divê ew yasa di zûtirîn dem de were cîbicîkirin, û dît ku rewşa navdewletî ji bo pêkanîna yasayê alîkar e, da hîn bêtir xwîna sûriyan neyê rijandin, û fişarê bidin ser rejîma Esed ji bo dest bi proseya siyasî bike.
Û civîngeran krîza aborî ya ji ber têkçûna leyreya Sûrî, û kêmbûna nirxê wê li hember dolarê Amerîkî, nîqaş kirin, û tekez kirin ku rejîm berpirsê sereke yê hilweşîna dîrokî ya lîra Sûrî ye, ji ber siyasetên wê yên xerab û xerckirina diravên welat di operasyonên leşkerî li dijî sivîlan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî