Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdulbasit Ebdilletîf, li gel cîgirê wezîrê kar yê Turkiyê Mohemed Selîm Balî, li Anqerê paytexta Turkiyê civîya, û behsa dana îqame û ruxsetên kar ji bo sûriyan li turkiyê kir.
Û herdû aliyan rewşa Sûriyan li Turkiyê û astengiyên dibînin di pirosesa nûkirina îqametê de û bidesxistina ruxsetên kar gengeşe kirin, û li ser parastin û pabendiya bi qanûnên Turkiyê ji bo ku penaber nekevin şaştî û binpêkirinan axifîn.
Û Emîndarê giştî bal kişand ser girîngiya sûdewergirtina ji hêz û karînên gêncên xwedî bawername û kesên di karê xwe de pispor in, û wan derbasî bazara kar li tirkiyê bikin.
Û zelal kir ku Sûrî di bazara Turkiyê de bihêz in, û xwedanên hejmarek mezin ji fabrîke û dikanên bazirganiyê ne, û daxwaza dana belgeyên qanûnî bo bazirganan û Sûriyên xwedî saman kir, bo bidesxistina ruxsetên kar yên ku karê wan hêsan dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî