Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ya ji emîndarê giştî Ebdilbasit Ebdilletîf û hevrêzkarê ofîsa têkiliyên derve, Ebdilehed Stêfo, pêk dihat, hevdîtinek bi şanderê Alamanya yê taybet bo Sûriyê Robert Rode re li baregeha wezareta derve ya Almanî li Berlînê pêk anî, wek beşkekî ji helmeta navdewletî ya ku Hevbendî pê radibe, ji bo piştgiriya Idlibê û rawestandina dijminkariya rijêmê û Rûsiya li ser wê.
Û şandê şiroveyek derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê û bi taybetî ya Idlibê û gundewarê Helebê yê başûr û yê rojava, ji encama bombebarana tund û berdewam ji hêla rijêmê û sponserê wê dijî deverê, pêşkêş kir. Û amaje kirin ku hewcedarî bi karekî tevayî heye ji bo çareserkirina kirîza mirovahî, di riya pêkanîna karên yekser bo dabînkirina alîkariyên mirovahî û hewcedariyên sereke û lezgîn, bi taybetî yên di warê dabînkirina cih û xizmetên tenduristî de.
Û şandê tekezî li ser giringiya kirina dewletên dost ji karên xwe re di rawestandina helmeta leşkerî û parastina sivîlan de kir, her weha rawestandina derbiderbûna bikomel, û pêşkêşkirina piştgiriya mirovahî û hewarçûnê bi rengekî lezgîn û bê astengî.
Û şanda Almanî daxwaza hevkarî û karên hevbeş ên bêtir bi Hevbendiyê û dezgehên wê re ji bo rûbirûbûna tevaya astengiyan di hemî waran de, bi taybetî di warê parastina aramî û hêminiyê û serwerî û yekbûna xaka Sûriyê kir, û daxwaza piştgirtina prosesa siyasî kir, û bang dan tevaya aliyan ji bo bi berpirsyarî tevlî prosesa siyasî ya giştî bibin, di riya cîbicîkirina tam ji biryara Encumana Ewlekariyê ya 2254.
Herweha şandeya Hevbendiyê hevdîtin bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û revenda Sûriyê li Almanya re pêk anîn, û ew bi dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî agahdar kirin, û bi wan re riyên pêşxistin û çalakkirina karê revendê û yekkirina karînan ji bo xizmeta sûriyan li almanya gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî