Ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro sêşemê, civîna xwe ya rolî bi beşdarbûna tevaya endamên ofîsê û rêvebirên ofîsên herêman li dar xist, û civînê giringî da rewşa meydanî ya metirsîdar li Idlibê û dawîtirîn pêşhatên siyasî.
Û beşdarbûyan rewşa derbider û koçberên Ii bakurê Sûriyê gengeşe kirin, û bal kişandin ser giringîpêdana bilindkirina asta alîkariyên mirovahî û ezmûnên Netewên Yebûyî di vê derbarê de, û gihiştina biryara zêdekirina hejmara barhilgirên alîkariyên mirovî ji 50 bo 100î, û endaman amaje kirin ku ev hîn jî pir kêm e, li gor mezinbûna hewcedariyan.
Û endamên ofîsê tekezî li ser giringiya berdewamiya kar kirin, ji bo gihiştina mîkanîzmayeke bilez ji bo rakirina nexweşên nexweşiyên wan giran in da derman bibin, û endamên Hevbendiyê bal kişandin ser giringiya peywendiyên berdewam li gel Yekîtiya Oropayê û Emerîka, ji bo handana wan li ser bilindkirina asta alîkariyên hawarçûnê û yên mirovahî.
Û civîngeran tekezî li ser giringiya ciddîbûna tevgera civaka navdewletî kirin, da fişaran bidin ser Rûsiya û Îranê ji bo agirbesteke yekser li bakurê rojavayê Sûriyê pêk were, û pabendî bi rêkeftina kêmkirina asta şer bê kirin.
Û endamên ofîsê bal kişandin ser ku çareserî li Sûriyê tenê siyasî ye, bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûriyê, û di serî de biryara 2254 û daxwiyaniya Cinêvê, û gotin ku rûberê xaka di bin kontrola aliyekî de, nikare şêweyê çareseriyê biguhere, çareseriya li ser veguhestina siyasî li welat ava dibe.
Û rêvebirên ofîsên herêmî, roporên derbarê karê xwe û tiştên wan di qonaxa bûrî de kirine pêşkêş kirin, û amadebûyan şêweyê cîbicîkirina pilana ofîsê di heyvên azar û nîsanê yên dahatî de gengeşe kirin.
Herweha amadebûyan giringî dan pêwîstiya berdewamkirina mukumkirina têkiliyan bi dewletên dost û yên birayên gelê Sûriyê re, bi armanca piştgiriya daxwazên şoreşa Sûriyê, û derbasbûna proseseke siyasî ya berdewam, ji bo cîbicîkirina tevaya biryara Encumana Ewlwkariyê ya 2254.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî