Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, û Srokê Hikûmeta Sûrî ya demkî Ebdilrhman Mustefa, serdana baregehêhê desteya erkanê ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û xêzên yekemîn li sengerên bêşberî hêzên Esed û milîsên mezhebî yên Iranî ji bo şopandina rewşa meydanî kir, û hevdîtin bi rayadar û serdarên meydanî re pêk anîn, û li rewşa pevçûn û amedekariyên leşkerî û derûniya şervanan temaşe kirin.
Û Elebde li şiroveyên ku serdarên meydanî li ser dawîtirîn pêşketinên leşkerî li şerê idlibê guhdarî kir, bi taybet pirosesa vegerandina bajarokê Elnêrebê yê sitratîcîk, û amedekriyên leşkerî ji bo rûbirûbûna dijminkariya Rûsiya û hêzên Esed dijî sivîlan li tevaya deverên azad li bakurê Sûriyê.
Û Elebde tekezî li ser şanazî bi pêdariya şervanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û qehremaniyên wan dijî alavên leşkerî yê Rûsîya kir, û cext kir ku ev pêdariya wan dê bandoreke berbiçav li rêça şoreşa Sûriyê bike, û wê çavê Rûsiya bişkîne, û bihêlê ku ew li ser maseya danûstandinan rûnê, ji bo cîbicîkirina çareya siyasî di riya bicîanîna biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî