Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Silav û rêz ji jinên şoreşger re, yên di rûyê stemkariyê de rawestiyane, ewên di riya azdiyê de berdewam in, silvek şikodariyê li tevaya jinan di roja cîhanî ya jinê de, bi taybetî jinên sûrî yên ku hîn jî qurbaniyan dijî tevaya şêweyên stemkariyê didin.
Jinên Sûriyê di rêça xebata xwe ya şoreşgerî de, ya ku kirî neh salan temam bike, nimûneyên wêrekî û qehremanî û pabendbûnê pêşkêş dikin, îro ezmûna têkoşîneke mezin nîşan didin, di dema ku rûbirûyî pir cûreyên îşkence û tewankarîyê bi vîneke hêzdar dibin, jina Sûrî hate îşkencekirin, koçberkirin, bî maye, zarokên xwe ji dest dane, û tûşî hemû cûreyên binpêkirinan hatiye, lê tevî weha jî hîn di şoreşa li heber sitemkar de berdewam e.
Mana rêjîma Esed û bewrdwamiya wê di tewanan de, bêyî ku lêpirsîn pê re bibe an jî bête sizadan, nameyeke pir kirêt e, ne tenê ji sûryan re, lê belê ji gelên cîhanê û nifşên bê jî re ye, û wê bête nivîsîn ku vê serdemê rêjîmeke hovane û tewnkar dît, bêyî ku kes li hember raweste, û mirovahî di serdema Netewên Yekbûyî û Encûmana Ewlekarî de bû, bêyî ku kes tiştekî bike, di dema cîhan bi peymana mafên mirovan xwe pesindar dike, hergav mafê mirovan li ser xaka Sûriyê tê binpêkirin.
Di dema ku jinên cîhanê îro ahingan lidar dixin, û têne pîrozkirin, bihezaran jin li Sûriyê hîn di girtîgehên Esed de tûşî îşkenceya tund dibin, û li benda azadî û xelasiya ji nîrê girtîgehan in.
Jina Sûrî dê bimîne stûna rastiyê ya ku nahêle bihezaran malbat bikevin, û dê bimîne cihê ewlehî û hêviya jinûavakirina civaka sûrî, û wê tevna civaka hevgirtî birêse.
Divê ku jinên Sûriyê mafê jiyaneke birûmet û azadiyê û ewlebûnê bistînin, daku bi rola xwe ya guncaw ya li gorî qurbaniyên ku dane rabe , û divê cihê xwe yê siruştî di rêvebirin û avakirina Sûriya nû de bibînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
8 adar 2020