Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Necîb Rehmon, bi gereke şopandinê li ser derbider û malbatên ji Idlibê koçberî kampên ser sînor bûne rabû, û li rewşa wan pirsî û hewcedariyên wan şobandin.
Û Rehmon hevdîtin bi hejmarek ji malbatên di kampê de çêkirin, û li serpêhatiyên derbderiya wan û tewanên ku hêzên Rûsiya û milîsên Iranî û hêzên Esed dermafê wan û xelkê gund û bajarokên jê derbider bûne guhdar kir.
Û pêşhatên rewşa meydanî û eniyên şer ji xelkê amade re şirove kirin, û tevgera ku Hevbendiya Niştimanê li ser asta Navdewletî û Erebî û Islamî pê radibe axivî, jibo ku bighînin agirbesteke bi temamî, û dabînkirina vegera birûmet ji derbider û penaberan re bo malên wan, û pirosesa siyasî pêşve biçe daku biryara 2254 cîbicî bibe, û veguhestina siyasî bitemamî pêk were, di riya çêkirina desteyeke hukimariya veguhêz bêyî Esed û hemû tewankarên cengê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî