Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporeke xwe de bi helkefta roja navdewletî ya jinên cîhanê, diyar kir ku binpêkirinên metirsîdar û berdewam dermafê jinan di zîndanên rêjîma Esed de çêdibin, û got ku nekêmtir ji 9668 jinan hîn di girtîgehan de ne an bêserûşûn in.
Û toreyê tekez kir ku wê kuştina nekêmtir ji 28316 jinan belge kiriye, û got ku hêzên rêjîmê 21933 jin kuştine, û Rûsiya 1578 jin, 980 jin li ser destê rêxistina daişê, û 81 jin li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 250 jin li se destê milîsên PYD hatine kuştin, û aliyên leşkerî yên din 1307 jin kuştine, û hêzên Hevpeymana Navdewletî 959, herweha 1228 jin li ser destê aliyên nedyar hatine kuştin.
Û raporê got ku 8156 jin hîn di girtîgehan da ne, an bêserûşûnên li ser destê hêzên rêjîmê ne, û 249 jin bêserûşûnên li ser destê rêxistina Daişê ne, 29 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam bêserûşûn bûne, 383 jin li ba milîsên PYDê ne, û 581 li ba aliyên leşkerî yên din bêserûşûn bûne.
Û raporê diyar kir ku 90 jin bi sedema îşkencê ji destpêka şoreşa gelê Sûriyê de ji 2011an de ta avdara niha 2020an hatine kuştin, 72 jê li ser destê hêzên rêjîmê ne, 14 li ser destê rêxistina Daişê û 2 jin li ser destê milîsên PYDê, û 2 li ser destê aliyên leşkerî yên din hatine kuştin.
Û raporê nekêmtir ji 11523 bûyerên destdirêjiyên sêksî ji heyva avdara 2011an de tomar kirine, jê 8013 li ser destê rêjîmê bûn, di nav de 871 di cihên binçavkirinê de bûn, û raporê got ku rêxistina Daiş berpisyar bû di ber 3487 bûyerên destdirêjiyên sêksî, û 12 bûyer li ser destê milîsên PYDe bûn, û nekêmtir ji 11 bûyeran li ser destê aliyên leşkerî yên din hatibûn kirin.
Û raporta toreya mafên mirovan bang li Encûmena Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye, daku biryareke pabendîpêkirî û taybet bi mafên sereke yên jinan derîne, daku wan ji pirosesên bombebarana bêserûber biparêze, û li dijî her êrişekê li ser rûmeta jinan be, û daxwaza gihandina alîkariyên lezgîn ji jinên bi kotekî hatine derbiderkirin re kir, û jinên di girtîgehan de bêtin berdan.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî