Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hevdîtinek li paytexta Romaniya, Boxarêstê, bi endamên Revenda Sûriyê li Romaniya û serok û endamên saziyên Sûriyê li welatê biyaniyê re lidar xist, û bi hev re dawîtirîn pêşhatên meydanî li idlibê û rewşa mirovahî ya dijwar a ku derbider û koçber tê de dijîn, herweha pêşveçûnên pirosesa siyasî gengeşe kirin.
Û şanda Hevpendiya Niştimanî ji endamê Desteya Danûstandinê D. Bedir Camûs û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Yihya Mektebî, pêk dihat, û nûerê Hevbendiya Niştimanî li Romaniya û Serokê Revenda Sûrî D. Imad Qesas, di civînê de amade bûn.
Û amedebûyan tekezî li ser çareseriya siyasî di rîya cîbicîkirina daxwazên gelê Sûriyê bo azadî û rûmet û demoqrasiyê kirin, û bal kişandin ser ku bingeha kêşeyê ew e, zordariya rêjîma esed û tewanên wê dermafê sivîlan, û berepêkên wê derbarê pirosesa siyasî û sûrbûna wê li ser çareya leşkerî ya xwîndar.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji revenda Sûrî li Romaniya kir ku bi çalakiyên çandî û civakî rabin, ji bo danasîna doza gelê Sûriyê û eşkerekieina tewanên ku dijî gelê Sûryê ji aliyê Rûsiya û milîsên Iranî û hêzên Esed pêktên, û komkirina raya giştî bo piştgiriya şoreşa Sûriyê û sivikkirina bandorên bobelata mirovahî li idlibê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî