Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi serokatiya serokê Hevbendiyê Enes Elabde, bi rengeke fermî sardana Dewleta Qeter kir, û hevdîtin bi cîgirê serokê wezîran û wezîrê karûbarê derve şêx Muhemed Ebdulrehman Alsanî re li dîwana mîrekî li Dewha paytext pêk anî.
Û serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî, Abdukrehman Mustefa, û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî, Uqab Yihya, û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Erebî di Ofîsa Peywendiyê Derve de, Selîm Elxetîb, her weha wezîrê bervaniyê lîwa, Selîm Idrîs, û Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Mihyeldîn Hermûş, û Wezîrê Navxweyî û Xizmetguzariyan, Mihemed Se`îd Silêman, di şandeyê de beşdar bûn.
Û herû aliyan behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kirin, tevlî bobelata mirovî ya li bakurê Sûriyê, ya ji encama operasyonên leşkerî dijî sivîlan di dema bûrî de.
Û Elebde amaje bi giringiya pêşdebirina prosesa siyasî kir, ji bo cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî, tevlî tiştê di beyana Cinêvê de hatiye, û dîtina çareseriyek siyasî ya rastyeqîn, di riya damezirandina desteyeke hukumraniya veguhêz ya bêyî Esed û tevaya tewankarên cengê.
Û Elebde sipasiya Qeterê bi serokatî û gelê wê ve kir, li ser helwestên wan ên neguhêr û mirovahî yên piştgir ji gelê Sûriyê re, ku ya dawî helmeta “Mafê Şamê” bû, ya wek bersivdaneke lezgîn ji bo sivikirina derdeseriya derbider û koçberên sûrî bû, û tekezî li ser rola giring a Qeterê kir di warê rawestandina asayîkirina peywendiyan bi rijêma Esed re.
Û Elebde tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di riya Hikûmeta Sûrî ya Demikî re kar dike, ji bo çesipandina rêveberiya sivîl a aqilane li deverên rizgarkirî, û avakirina dezgehên xizmetguzariyê ji xelkê re, û pêşdebirina karên wan, û dîtina berdêlên rastyeqîn ji dezgehên Esed re, ew dezgehên ku tenê xizmeta bercewendiyên rijêmê dikirin.
Û bal kişand ser ku Hikûmeta Demkî hejmarek ji pirojeyên giring û pêwîst di tevaya kartan de cîbecî dike, çi di warê ewlekariyê yan tenduristî yanjî perwerde û hînkirinê de be, û dît ku ew piroje alîkariya xelkên deverên rizgarkirî dikin, ji bo xweragir û pabend bi piransîbên şoreşa Sûrî bimînin, ta bidestxistina azadî û rûmetê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî