Ofîsa Cinêvê û Komîta Gitiyan di Desteya Danûstandinan a Sûrî de, çalakiyek li dar xist di bin navê: “Yasya Qeyser û Bandora wê li Kêşeya Girtiyan”, di bin çavdêriya Yekîtiya Ewropî û şanda amerîkî li Netewên Yekbûyî li Cinêvê de, û amadebûna hejmarek mezin ji kesayetiyên dîplomasî yû mafnasî yên navdewletî.
Û hejmarek ji gotaran û kaxezên vekolînan û dîdevaniyan yên ji hêla şanderên Yekîtiya Ewropî û şanda amerîkî û balyoz, Abdullatîf Debax, û xanim Alîz Mufrec, û parêzer Yasir Elferhan, û xanim Hind Qebwat, herweha dîdevaniya xanim Meryem Helaq û Welîd Debak ên di Kombenda Qeyser de, hatin pêşkêşkirin.
Û di dawiya civînê de aliyê sûrî hejmarek ji temîniyan kirin, wek kartêkerkirina mada 301 ji Yasaya Qyser ji bo parastina sivîlên Sûriyê û serbestberdana girtiyan, û eşkerekirina çarenûsa bêserûşûnên kotekî û destpêkirina karûbarên pêwîst ji bo sizadanê û vegerandina mafên qurbaniyan û nehêlana rizgarbûna gunehkaran ji dadgehkirinê.
Û tekezî li ser giringiya sûdewergirtina ji Yasaya Qeyser û karûbarên wê yên cîbicîkirinê kirin, ji bo piştgiriya veguhestina siyasî ya rastyeqîn û lezkirina karê derxistina lîsteya navxweyî ya Yasayê, û giringiyê bidin ku ew lîste li gor giyanê Yasayê be, ji bo bicîkirina merema wê di kuttirîn dem de.
Û temîniyan bal kişand ser giringiya ku yasa giraniyê bide sizakirina rijêma Esed û banda wî, û ew yasa hûrbîn û zîrek bin, û nehêlin ziyan pê bighê gelê Sûriyê.
Û daxwaz kir ku dewletên dostên gelê Sûriyê yasayin mîna wê derînin ji bo parastina sivîlan li Sûriyê, herweha karkirina ji bo lidarxistina kongirekî navdewletî yê taybet bi girtiyan, bi amadebûna sûriyan û hevrêzkariya bi wan re, û pabendî bi biryarên wî bibe.
Herweha amadebûyan daxwaz kirin ku dosya girtiyan careke din bête ser masaya danûstandinên Cinêvê, di bin sîbera NY de , wek cîbicîkirinekê ji biryarên navdewletî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî