Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şorteş û rikberiya Sûrî, bi serokatiya serokê Hevbendiyê Enes Alabda, û bi hevrêya serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdulrehman Mustefa, serdana dibistana revenda sûrî li dewha ya paytexta Qeterê kir, û spasiya xebata kadroyên hînkirinê û yên rêvebirinê kir, û amaje bi giringiya karê ku pê radibin û dikeve xizmeta xwendekarên sûrî de kir.
Şanda Hevbendiyê ji cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî, Uqab Yihya, û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Erebî di Ofîsa Têkiliyê Derve ya Hevbendiyê de, Selîm Elxetîb, herweha wezîrê berevaniyê lîwa, Selîm Idrîs, û wezîrê navxwe Mihyeddîn Hermûş, û wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan, MIhemed Seîd Silêman, pêk dihat.
Ev serdan wek beşekî ji xişteya kar ya taybet bi serdana dewleta Qeter bû, ya ku 2 rojan berdewam dike, bi armanca komkirina piştgiriyê ji şoreşa Sûriyê re, û şopandina rewşa revenda sûrî li Qeterê.
Û berpirsyarê karûbarên hînkirinê di balyozxanê de, Dr.Bîlal Tirkiyê, û rêvebirê dibistanê mamoste Ebdulqadir Elxetîb , pêşwaziya şandê kirin, û şandê hevdîtin li gel kadroyên hînkirinê û yên rêvebirinê li dibistanê pêkanîn, û Alabde şîroveyek derbarê pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û bandora bobelata mirovî li ser deverên bakurê Sûriyê ji encama operasyonên leşkerî dijî sivlan pêşkêş kir.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî behsa rola revendên sûrî di danasîna şoreşa Sûriyê de û eşkerekirina tewanê rijêmê li dijî sivîlan kir, herweha bal kişand ser giringiya hînkirinê wek bingeheke sereke ji bo pêşxistina civaka sûrî.
Û amaje kir ku tewanên rijêmê dermafê sivîlan bûn sedema bêparbûna bimilyonan sûrî ji hîndariyê, bi sedema rewşa derbiderbûn û kuştin û bêwarkirin û wêrankirina dibistanan, û binpêkirinên ji bilî wan jî yên ku hiştin berdewamiya pêvajoya hînkirinê ji piraniya sûriyan re nepêkan be.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî li pirsên girêdayî bi çalakiyên Hevbendiya Niştimanî û karê wê li ser asta siyasî û meydanî û leşkerî guhdarî kir, û behsa karê berdewam yê wezareta berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de bû, ji bo bihêzkirina Artêşa Niştimanî û mukumkirina karînên wê yên şervanî.
Paşre şande li ser polên xwendinê û laboretorên zanistî û kêtêbxaneyê geriya, û pêvajoya prosesa hînkirinê û şêweyên nûjen ên di hînkirinê de tên bikaranîn şopandin, ji bo veguhestina vê ezmûna bêhempa bo dibistanên hundurê Sûriyê, da sûde jê bê wergirtin.
Di dawiya serdanê de, endamên şandê spasiya kadroyên hînkirinê û karê wan ê giring kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî