Hejmarek ji Sûriyan dîdevaniyên xwe derberê tewanên Esed ên ku dijî sivîlan pêktîne pêşkêşî Encumana Pîran ya Amerîkî kirin, û daxwaza piştgiriya xwestekên gelê Sûiyê ên ruxandina rijêma Esed û pêkanîna veguhestina siyasî ya demoqratîk li welêt kirin.
Û kesên di rûniştunê de amade bibûn ev bûn: Qeyser, polîsê leşkerî yê ji rijêmê veqetiyayî , ê ku wêneyên metirsîdar ji girtîgehên Esed derxistin, û herweha serokê saziya Berevaniya Sivîl a Sûrî, Raid Elsalih, û Omer Elşixrî yê di 15 saliya xwe de ketibû bin işkenceyê di zindanên rijêmê de.
Û Qeyser daxwaza sepandina sizayên vebir dijî rijêma Esed kir, li ser karên hovane yên ku dijî sûriyan pêkanîne, û got “ Me kar kiriye û hîn jî berdewam in ji bo gihandina bangawazî û hawar û qêrînên bidehên hezaran ji Sûriyên hîn di girtîgehan de ne”.
Û amaje kir ku hîn jî kuştin berdewam e, û zêdetir jî bûye, “ li heman deveran û bi heman şêweyan li ser destê heman tewankaran, û sedem ew e ku rijêma Esed dît ku bêkêriya navdewletî û tenê belavkirina daxwiyaniyên şermezariyê, mîna çirayeke kesk jê re ji bo berdewamkirina tewanên xwe”.
Û ji hêla xwe ve Raid Elsalih, tevaya berpirsyarên Koçka Sipî han dan li ser guhertina siyasetên xwe li Sûriyê, û pişgirtina Tirkiyê di şerê vê dawiyê de ji bo cîbicîkirina agrbesteke domdar, û got “ez nehatime vê derê ji bo axaftina li ser hewcedariyên mirovahî, ez dixwazim pir zelal bim, tiştê li Sûriyê çêdibe ne erdhejeke an jî bahozeke ku bi alîkariyên mirovahî were çareserkirin”.
Û Omer Elşixrî, yê ku li ser mijara işkenceyê axivî, diyar kir ku ew dîdevanê pêkanîna tewanan dijî girtiyan di zindanan de bû, û bal kişan ser ku bavê wî li pêşiya çavê wî hat kuştin, û herweha got ku ew hejmarên li ser laşan hebûn, ên ku Qeyser wêneyên wan kişandine, li ser leşên gelek kesan hatine nivîsîn, li kêleka heman hejmaran û heman navan”.
Tê zanîn ku serokê Amerîkayê , Donald Trump, di heyva kanûna pêşîn a bûrî de, yasaya parastina sivîlan li Sûriyê ya bi navê “Qeyser” kiribû biryar, ew biryara ku sizayên tund li ser rijêma Esed û piştgirên wî ferz dike, li ser tewanên dijî gelê Sûriyê pêk anîne, piştî bidestxistina piştgiriya piraniya endamên Kongresa Amerîkî ( herdû encumen, ya Pîran û ya Nûneran).
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî