Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdulrehman Mustefa, bi hevrêya wezîrê berevaniyê û yê navxwe û yê xizmetguzariyên xwecihî , hevdîtin bi rêvebirê giştî yê gencîneya Qeterê ya geşepêdanê , Xelîfe Elgewarî re kir, û pê re hejmarek ji pirojeyên xizmetguzarî yên ji bo başkirina rewşa deverên azad gengeşe kirin.
Û serokê Hikûmetê bal kişand ser ku bêtir ji 4 milon kesî li deverên azad dijîn, û hewcedarên xizmetkariyê ne, piştî ku piraniya dezgehan û avahiyên jîndaruyê li ser destê rijêma Esed û piştgirên wî tûşî wêraniyê bûne.
Û tekez kir ku serkeftina di rêvebirina deverên azad de, mijarekî pir giring e ji bo şoreşa Sûrî, ya ku kar ji bo dîtina berdêleke rastyeqîn ji dezgehên rijêma Esed re dike, ew dezgehên li ber ketinê ne û tenê xizmeta bercewendiyên teng ên rijêmê dikin, ne yên gelê Sûriyê.
Û tekezî kir ku derbiderbûna sivîlan ber bi deverên rizgarkirî de, ji encama operasyonên leşkerî yên berdewam, barekî giran danî ser milê Hikûmeta Demkî, û ew hewcedarên pirojeyin nû ne, ji bo mukumkirina hêminî û ewlehiyê û dabînkirina xizmetguzariyên fêrkirin û tendûristiyê.
Ji aliyê xwe ve, rêvebirê giştî yê gencîneya Qeterê ya geşepêdanê, Xelîf Elgewarî, tekezî kir li ser berdewamiya Qeterê di piştgiriya gelê Sûriyê de ji bo pêkanîna pirojeyên ku êşên wî sivik dikin ta ji kirîza xwe derkeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî