Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Şerê gelê Sûriyê bi terorê û siponserên wê re li tevaya eniyên şer berdewam e, û îro teqîneke terorîstî bû sedema şehîdbûna 3 kesan di dema rabûna wan bi erkê xwe yê parastina ewlehiyê di çarçova karê wan di nav rêzên polîsên azad de.
Tirombêla ku hatibû mayînkirin baregeheke polîs li gundê Til Helef yê girêdayî Serê Kaniyê bakurî Hesekê armanc kir, û bû sedema birîndarbûna hejmark ji sivîlan.
Ev teqînên terorstî yên ku gelê Sûriyê armanc dikin, bi armanca belavkirina bêserûberî û wêrankirinê, nikarin meremên xwe bicî bînin, û emê berdewam bin di peyketina berpisyaran de, û wan radestî dadgehê bikin.
Emê berdewam bin di şerê xwe yê li dijî terorê û rêxistinên terorîst yên ku sivîlên Sûriyê dikujin, û dibin gef li ser jiyana giştî û kiryarên revandin û îşkencekirin û koçberkirinê pêktînin.
Hevbendî tekeziyê li ser xeternakiya berdewamkirina operasyonên teroristî dike, û divê bi rengekî cidî serederî bi vê bûyerê re bibe, û em cextê li ser giringiya piştgiriya Artêşa Niştimanî û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî dikin, ji bo van rêxistiên terorîst dorpêç bikin, û riyên jêder û piştevaniya wan bibrin, herweha misogerkirina jihevxistina wan û bidawîkirina hemî şêweyên gefên wan bi her awayan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
12 adar 2020