Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dîme Mose, tekezî li ser” giringiya cîbicîkirina agirbestê li Idlibê bo rawestandina bobelata mirovahî kir”, ya ku li bakur rojavayê sûriyê diyar dibe, ji encama gurkirina rêjîma Esed bi piştevaniya hevalbendên wê wek Rûsiya û Iranê di dema borî de, û bûye sedema derbiderbûna bêtir ji milyonek sivîl, û bal kişand ser hewcedariya dabînkirina alîkariyên mirovahî ji bo kesên ziyan li wan bûye wek gavake lezgîn.
Û ev di komcivîna ku Cîgira Serokê Hevbendiyê roja çarşemê 11 avdarê ya ku di bin sernava” Idlib piştî lihevkirina mosko” de hatî, ya bi rêvebiriya Sentera Vekolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) li anqerê lidar ketî, herweha di beşdariya wê di kongirekî de di bin navnîşana” kongira Idlib ya navdewletî” de jî hat, ya ku li Stenbolê bi rêvebiriya ofîsa pêwendiyan li Komara Tirkiyê di 5 avdarê de lidar ketî.
Û Mose bal kişand ser girngiya domdariya agirbestê û danûstandina bi binpêkirinên wê re bi rengekî berpirsane û lezgîn, da ku nehêlin rewşa mirovahî têkbiçe.
Û bal kişand ku sekinandina hemî karên dijminatî bi taybetî li Iddlibû û herweha li hemî deverên Sûrîyê pêwîst e, ” ger em tev ne tenê wek Sûrî, lê wek Civaka Navdewletî cidî bin bi çûna berve çareya siyasî de, wek rêçeke yekta ji bo gihîştina aştiyeke domdar li Sûriya û deverê.”.
Û diyar kir ku em”wek opozisyon hîn pabend in bi çareseria siyasî ya temam, di riya cîbicîkirina biryara Encûmana Ewlekarî 2254, ya ku tevlî cîbicîkirina pirosesa siyasî, di riya cîbicîkirina xalên biryarê yên girêdayî bi avakirina baweriyê re, a ku di nav de dozên mirovahî û serbestberdana girtiyan û vedîtina çarenûsa kesên wendayî tê de heye”.
Û di warê mirovahî de, Mose, cext kir li ser girîngiya misogerkirina dirêjkirina biryara Encûmana Ewlekarî 2504 derbarê şandina alêkariyan di xalên sînorî re berve Sûriyê di tîrmeha tê de, ji ber ku hîn bi milyonan Sûrî li bakurê welêt takehêviya wan ew e ku karibin alîkarêyên mirovahê yekser bi dest xwe ve bînin bêyî ku di riya şamê re bin.
Û Mose tekez kir ku takerêça çareya kirîza mirovahî ew e, ku li pirsgirêka sereke bête nerîn, ya bûye sedema bûyerên ku li sûriyê dibin û çareseriyên wê, ew jî bi xwe rêjîma Esed e ya ku berdewam e di bikaranîna alavên leşkerî û ewlhî de, da ku çewsandina Sûriyan bike û wan bi kotekî têxe bin desthilata xwe, û redkirina wê ji hemû hewl û karên hewcedarî axaftinên siyasî ne.
Û derbarê lihevkirina dawî di navbera Tirkiyê û Rûsiya de, yaku di 6 avdarê de li Mosko hatî îmzekirin, Cîgirê Serokê Hevbendiyê di gengeşeyên xwe de li Enqerê roja çarşembê got ku, tiştekî cihê pêşwaziyê ye di dema kurt de, lê ew hewcedarî hesteke berpirsiyar e ji hêla tevaya civaka navdewletî ve, daku bi rengekî misoger were domandin, jibo nehêlîna derbideriya zêde û destpêkirina kar ji bo dîtina çareseriyeke domdar ji Sûriyan re, da xelk vegerin malên xwe, hweweha gihîştina çareya syasî ya rasteqîn yaku dighê qonaxa veguhestina siyasî li Sûriyê.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî