Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, armanckirina terorîstî ya têkçûyî ya şeva borî Milîsên Hosî bi mûşekên palistî bir ser paytexta Erebistana Siûdî şermezar dike.
Milîsên Hosî rûyekî din ji rûyîn terorê ye, ya ku dijî gelê Sûriyê li ser destê rêjîma Esed dibe, ji ber herdû alîyan xwe spartine siponserê Iranî yê ku dixwaze bêserûberiyê li derverê belav bike, û hewil dide aloziyên navxwe ji dewletên derdora xwe re bişîne.
Êrîşên şeva bûrî li ser Paytexta Siûdiyê haydarkirineke nû ye, û diyar dike ku çi di dilê hevgirtina şerxwaz de ye ji gelên deverê û cîhanê re, û diyar dike ku her hewldanek ji bo normalkirina têkiliyan bi van rêjîmnan û rêxistinên terrorîst û yên piştgiriya wan dike re, dihêle ku hîn bêtir dijminkarî û terora xwe bêtir bikin.
Gelê Sûriyê di riya nûnerê xwe yê rewa re, piştevanîya xwe ji Erebistana Siûdî re di rûbirûbûna terorê de tekez dike, û li dijî her desttêwerdan û projeyên wêrankirinê yên ku rêjîma Iranê û destekên wê yên terorê li deverê û cîhanê radiweste.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
29 adar 2020