Raporin mafnasî û meydanî diyar kirin ku rêjîma Esed û siponserê xwe yê Rûsî di armanckirina sivîlan de li parêzgha Idlibê berdewam in, tevlî hebûna lihevhatinên agirbestê yên li ser îmze kirine.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya dawî de, anî ziman ku wê kuştina 387 sivîlan ku 104 zarok û 62 jin di nav wan de hene , û 15 komelkujî yên li ser destê hêzên rêjîmê û Rûsiya li idlibê, ji 12 kanûna paşîn ta 27 vê heyvê belge kirine.
Û tora mafnasî got ku hêzên rêjîma Esed 174 sivîl kuştin, di nav de 40 zarok û 18 jin hebûn, herweha 4 komelkujî pêkanîne, û ji aliyê xwe ve hêzên Rûsiya 213 sivîl kuştine, di nav de 64 zarok, 44 jin hebûn, û 11 komelkujî pêkanîn.
Û raporê 77 komelkujiyên li ser destê hêzên rêjîmê û Rûsiya yên ji 26 nîsana 2019 ta 27 adara 2020 li Idlibê pêkhatine tomar kirine, 48 jê li ser destê hêzên rêjîmê bûn, û 29 jî li ser destê hêzên Rûsiya bûn, û raporê bal kişand ser ku 15 komelkujî ji destpêka ku lihevkirina agirbestê ketiye warê pêkanînê di 12 kanûna paşîn 2020 de, ta 27 adara 2020 hatine pêkanîn .
Û raporê aşkere kir ku, di 77 komelkujiyan de, 647sivîl hatine kuştin, di nav de 224 zarok û 134 jin hebûn, û got ku 56% zarok û jin bûn, û ew rêjeyeke pir bilind e, û li gorî raporê ev nîşan e ku bêtirê wan komelkujiyan sivîl armanc kirine.
Û Raporê tekez kir ku, hêzên rêjîmê û Rûsya yasaya navdewletî ya mirovahî binpê kirine, û di serî de cudahî nexistine navbera sivîl û çekdaran de, ne jî navbera armancên sivîlî û yên leşkerî, û nexweşxane, dibistan, navend û taxên nişteciyan bombebaran kirine, û ev binpêkirin dighên asta tewanên cengê, û rêjîmê guh neda tu daxwazên Komîteya Lêpirsîna Navdewletî, û ne jî daxwazên Komisyona Bilind a Mafên Mirovan, ne jî guh da biryarên Encumena Ewlekariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî