Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, duh bi şevê di riya pêwendiyên vîdyoyî re, civînek awarte lidar xist, piştî şiroveya ku nûnerê navdewletî bo Sûriye, Ger Pederson, ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kirî, ya ku tê de daxwaza agirbesta bi temamî li seranserî Sûriyê kir, daku derfet çêbibe jibo rûbirûbûna Vîrosa Korona, û ragihandina wî ji xiştekara xebatên Komîta Destorî di gera bê de re.
Civîn bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Alebde bû. û amadebûna Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî D.Nesir Elherîrî, û Serokê Hevbeş yê Komîta Destorî, Hadî Elbehra, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdilrhman Mostefa, û hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî di Desteya Danûstandinê de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sersaxî da hemî Sûriyên ku li seranserê cîhanê jiber felaketa Korona canê xwe jidest dane, û hêviya saxbûnê ji hemû nexwaşên pêketine re kir, û spasî û rêzgirtina xwe diyar kir, ji xebatên hemû sazî û karmendên Hikûmeta Sûrî ya Demkî re, û dezgehên cîbicîkirinê yên din ên kar dikin da nehêlin Vîros bighê deverên rizgarkirî.
Û Alebde tekez kir ku rejîma Esed hîn jî belavbûna Vîrusê li parêzgehên Sûriyê red dike, û hejmarên rastîn yên vê nexwaşiyê eşkere nake, û bal kişand ser ku ev rewşa înkarkirinê dê welêt berve têkçûnê de bajo.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Hikumeta demkî pêşveçûnên herî dawî derbarê gavên xweparastinê yên jibo parastina deverên rizgarkirî tên avêtin şirove kir, û tekez kir ku encamên hemû kesên nexwaş nîgetîf bûn, û got ku deverên rêvebiriya Hikûmeta Demkî tûşî bûyera Covid 19 nebûne.
Û derbarê şiroveya Şanderê Navdewletî, civînkaran tekezî li ser piştgiriya helwestên wî derbarê agirbesta berfireh li Sûriyê kirin, da ku rê bidin bersiva Vîrosa Korona û pirosesa siyasî, û razîbûna xwe ji xiştekara ku wî pêşkêş kirîye derbarê gera tê ya karxebatên komîta destorî anîn ziman.
jêder: ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî