Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Rikberiya Sûrî, teqîna terorîstî ya ku bajarê Efrînê roja Sêşemê armanc kir û di encamê de bidehan qurbanî ji sivîlan ketin şermezar kir, û ew bi hovane wesif da.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de got ku ew bi dilêşî li kêleka malbatên ku hezkiriyên xwe di vê teqînê de ji dest dane radiwestin, û ew tekez dikin ku wê di peyketina aliyên ku dixwazin bêserûberiyê belav bikin û katijmêrê bi şûnde vegerînin, berdewam bin.
Di daxuyaniyê de hat ku amanca van teqînan aşkere ye, ew jî belavkirina bêserûberiyê ye, jibo astengiyê têxin pêşiya karûbarên jibo gihiştina çareriya siyasî ya rasteqîn ya li gorî biryarên navdewletî dibe.
Daxuyaniya Hevbendiyê bal kişand ku hêzên polîs û asayîşê û artêşa niştimanî ya Sûrî li deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî, dê di peyketina rêxistin û milîsên terrorîst û hemû kesên alîkariya diravî didin wan û sponseriya wan dikin berdewam bin.
Di heman daxuyaniyê de Hevbendiyê daxwaza helwestên navdewletî yên vebir dijî terorîstiyê û siponser û veberhênerên wê kir, û pêwîstiya piştgiriya saziyên nûnertiya gel dikin û alîkirina wan daku bi erk û rola xwe rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî