Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xelekeke gengeşiyê di riya entirnêtê re derbarê amedekariyên sînaryoya dahatî, û çalakkirina karê di bin siya pirensîpên Dadweriya Veguhêz de lidar xist, di dema nêzîkbûna bayê guhartinê li Sûriyê, û gurbûna qeyranên hundirê rêjîma Esed.
Û xeleka ku bi rêvebiriya Hevrêzkarê Ofîsa Şêwirdariyên Sitratîcîk Ehmed Remedan, ronî da ser ezmûna dewleta Mexribê ya cîbibîkirina Dadweriya Veguhêz, û tê de D. Ebdil-elî Hamî Eldîn, Endamê Encûmana Şêwermendan li Mexribê û Cîgirê Serokê Encûmana Niştimanê ya Partiya Dad û Geşepêdanê, û D. Husam Elhafiz Mamosteyê Yasaya Navdewletî wek dîplomatekî berê, axivîn, her weha hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî û pispor û lêkolînerên di warê siyasî û sitratîcîk de amade bûn.
Û xelek di bi navê “Dadweriya Veguhêz û Ezmûna Mexrib ya Destorî wek Nimûne” de bû, û tê de D. Ebidl-elî li ser kartêkirinên Dadweriya Veguhêz ya ku li mexribê birêve çûye piştî hejmarek ji binpêkirinan di qonaxên berê ji temenê welêt de qewimîne axifî, û pêngavên hatine avêtin di warê parastina mafên qurbaniyan de, û misogerkirina ku carek din ew binpêkirin di riya biryarên destorî re dûbare nebin.
Û amedebûyan doseya Dadweriya Veguhêz di edebîyatên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de berçav kirin, û biryarên navdewletî yên di vê derbarê de hatine, her weha kongir û civînên babeta Dadweriya Veguhêz li Sûriyê gengeşe kirin.
Û bal kişandin ser ku astengiyên nahêlin ku pêngav û mîkanîzmên cîbicîkirina dadweriya veguhêz li welêt bicî werin; berdewamiya rêjîmê di binpêkirinan de û piştgiriya Îranê û Rûsiya, û rewşa pirosesa siyasî ya herifî, û neghîştina lihevhatineke siyasî ye.
Û amedebûyan tekez kirin ku bingeh ji Dadweriya Veguhêz re tune ye, di dema hebûna rêjîmê û destdanîna wê ser hemû avahî û dezgehên dewletê, û misogerkirina çakkirina hin dezgehên wek dadgehan û asayîş û polîsa pir zor e, di dema hebûna hin kêsên rêvibiriya wan dezgehan dikin û bi xwe tuhmetbar in bi pêkanîna tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê.
Û amadebûyan li ser helwestên civaka navdewletî yên sist axifîn, yên ku pê çireya kesk dane rêjîmê daku tewanên xwe berdewam bike, tevî çespandina berpisyariya rêjîmê di ber wan tewanan de, û yek jê rapora dawîn ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ye, ya ku tekez kiriye ku rêjîma Esed sê caran êrîşî bajarê Elletaminê yê gundewarê Hema di sala 2017an de kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî