Bi nêzîkbûna dema cîbicîkirina Yasaya Qeyser ya ku Amrîka biryar pê daye, jibo sizedana rêjîma Esed û tewanbarkirina berpisyarên tewanên cengê yên dermafê gelê Sûriyê pêkhatine, û serbestberdana girtiyan, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tîma kar ya Qanûna Qeyser ava kir, da Qanûn li ser tevaya astan were şopandin û cîbicîkirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de, Ebdulehed Sitêfo, diyar kir ku cîbicîkirina Qanûna Qeyser dê bihêle gelê Sûriyê di nakokiya ji 9 salan de berdewam e biserbikeve, û veguhestina demoqratîk ya temamî li seranserî Sûriyê çêbibe, û bal kişand ser ku ev qanûn wê bibe kaxeteke fişarê ya bihêz, ne tenê li ser rêjîmê lê belê li ser tevaya dewlet û aliyên piştgiriya rêjîmê kirine jî.
Û Sitêfo got ku Tîma Qanûna Qeyser wê di riya hevdîtin û karê diplomatîk bi dewletên dost û bira re kar bike, daku qanûnê kartêker bike, û sûdê heya pileya herî bilind jê werbigre, bi hevkariya li gel komeleyên çalak li amerîka û dewletên ewropî û bi beşdariya revendên Sûriyê li ewropa.
Û bal kişand ser ku ew tîm dê name û yadnameyan ji gelek dewletan re bişîne, ji bo hevrêzkariyê û cîbicîkirina Qanûna Qeyser.
Û tekez kir ku tîm wê bi Dewletên Ereb re jî bixebite, da wan han bide ser berdewamiya qutkirin û birîna têkliyan bi rêjîmê re, û nehêlin ku têklî bi rêjêmê re xweş bibin, û banora neyînî ya wan têkliyan were zelalkirin.
Û Şandyarê Emerîkî bo Sûriyê, Cîmis Cêfrî, berî demekê, tekez kiribû ku rêvebiriya Amrîka wê di heyva hezêrana bê de dest bi cîbicîkirina Qanûna Qeyser bike, daku pey hevparên tewanên rêjîmê bikevin, û ew yasa dê bihêle berpisyarên di ber tewanên cengê yên rêjîmê yên ji 9 salan de werin sizadan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê