Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi gereke şopandinyê li ser kampa “Elsedeqa” li gundewarê Idlibê rabû, kampa ku berî du rojan agir bi hin konên wê ketibû û bû dedema ziyanên mezin di çadir û avahiyên xizmetguzariyan de.
Û Şande ji Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya sereke li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Necîb Rehmon, pêk dihat.
Û şandê hevdîtin bi malbatên ziyan dîne û hejmara wan 54 malbat bûn re çêkirin, û şewtandina çadiran hişt ku bêwar û bêkelûpel bimînin, û şanda hevbendiyê li rewşa wan a tendurustî pirsî û hewcedariyên wan yên sereke tomar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî alîkariyên lezgîn derbarê pêdviyên sereke ji wan malbatan re pêşkêş kirin, û têklî bi aliyên bexşandinê re kirin daku çadiran û avahiyên xizmegzariyan carek din bilez ava bikin.
Herweha şandê serdana kampên dîtir li gundewarê bakurê helebê kir, û rewşa derbideran û pêdviyên wan şopandin, û hejmarek ji kursiyên li ser dolaban dimeşin ji xwediyên hewcedariyên taybet re pêşkêş kir.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî sûrî