Desteya Serokatiyê ya nû di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, civîna xwe ya yekemîn lidar xist, û tê de nêrîna Hevbeniya Niştimanî di qonaxa bê de gengeşe kir, û li ser astengiyên dikevin riya şoreşa Sûriyê de li ser asta hundir û navdewletî axifîn.
Û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û Cîgerên Serok, Uqab Yehya û Ebduhekîm Beşar û Ruba Heboş di civînê de beşdar bûn.
Û kesên amadebûyî li ser pêwîstiya bipêşxistina karê Komît û Ofîsên Hevbendiyê û Saziyên cûrbecûr û dezgehên cîbicîkirinê di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê tekez kirin.
Û cextî li ser xurtkirina rewabûna Hevbendiya Niştimanî kirin, di riya çalakkirina kar li deverên rizgarkirî bi Saziyên Şoreşê û Rxêistinên Civaka Sivîl û Civaka Sûrî bi hemû pêkhatên wê ve re.
Û Endamên Desteya Serokatiyê pilana karê Hevbendiyê li ser asta Herêmî û Navdewletî gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya zêdekirina çalakiyan û dînamîkiyê di hevkariya bi Dewletên Dostê Gelê Sûriyê re kirin, her weha vekirina kenalên nû bi aliyên erebî û navdewletî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî