Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek ji dûr ve di riya tora entirnêtê re, bi amedebûna Serokê Hevbendiyê Dr. Nesir Elherîrî, li gel Komika Cîbicîkirina Yasaya Qeyser di Wezareta Derve ya Emrîkî lidar xist, bi armanca berdewamiya hevkarî û hevrêzkariyê derbarê cîbicîkirina cezeyên di naveroka Yasaya Qeyser de ya jibo parastina sivîlan.
Û herdû aliyan rêşûnên amerîka yên di 17 hezêrana bûrî de di destpêka cîbicîkirina Yasaya Qeyser li xwe girtine, û lîsteya pêkanîna rêxistinkirina yasayê, gengeşe kirin.
Û amedebûyan behsa lîsteyên nû yên dê di demeke nêzîk de biderkevin kirn,herweha hewldanên reva rêjîma Esed û piştgirên wê û ew desehilatên xwe li ser gel ferz kirine, ku xwe ji cezayên Emrîkî û Ewropî bidin alî.
Û herdû aliyan cextî li ser pêwîstiya xwendina lîsteyên cezayan bi awayekî cidî kir, daku rêjîma Esed û pişgirên wê û alî û kesên pêre têkildar dorpêç bikin, û di heman demê de dûrî ziyanên ku digihên sivîla bibin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku cîbicîkirina Yasaya Qeyser tevlîheviyek di hundirê rêjîmê de çêkir, û ta bandor li Libnanê jî ya rêjîm di riya wê re ji cezeyan direve û pê diravan dişo kir, wê yasayê bandora xwe bi awayekî nerênî mezin li rêjîmê kir, çi li ser asta malbata desthelat be an li ser kesên derdorê wan be.
Û Elherîrî li ser pêwîstiya hevkariyê di navbera Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiyê de, û girûpa erkdar bi cîbicîkirina yasayê di Wezareta Derve ya Emrîkî de kir, û dît ku ew misogerkirina sereke ye ji cîbicîkirina temamî ji yasayê re, û sûdê ji encamên wê di pirosesa siyasî de û sizakirinê û cîbicîkirina dadweriya veguhêz, ji bo misogerkirina veguhestina siyasî ya rasteqîn û aştîya berdewam ya hundir û aramiya herêmî.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser Ebdilmecîd Berekat, derbarê revandina çekan û dermanên hişbir yaku rêjîma Esed di navbera Sûriyê û Libnanê de bi alîkariya Milîşeyên Hizbûllah dike axivî, û bal kişand ser hewldanên rêjîmê ji bo ku pereyan bi dest xwe ve bîne di riya revandina dermanên hişbir re, daku bighîne gelek dewletên li cîhanê, ku ya dawî jê operasyona Îtaliya hatiye dîtin.
Û ji alîyekî din ve, Berpisyarên Emrîkî diyar kirin ku lîsteyeke cezakirinê ya nû di demên nêzîk de wê derkeve, û ew sizayên alîkariyên mirovahî û hawarçûnê û pizîşkî yên ku gelê Sûrî hewcedarê wan e, ne di nav de ne.
Û diyar kirin ku hevrêzkarî li gel Yekîtiya Ewropa derbarê lîsteyên cezayên li ser rêjîmê ferzkirî heye, û dîtin ku armanca sereke hîn dorpêçkirina rêjîmê ye, daku bi darê zorê berve pirosesa siyasî here, ji bo ku bighînin çareya siyasî li gorî biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî