Hikûmeta Sûrî ya Demkî di riya pêwendiyan li gel Hikûmeta Tirkî re, hewlên xwe dike ji bo çareyeke rasteqîn ji pirsgirêka kesên dixwazin bawernameya ajokariyê li Tirkiyê werbigrin bibîne, ji ber mercên bi destxistina bawernameya xwendinê ya pesendkirî dixwaze.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, eşkere kir ku Hikûmeta Demkî daxwazek ji Hikûmeta Tirkiyê kir, daku ezmûna Wezareta Perwerdehiyê di Hikûmeta Demkî de taybet bi xwendin û nivîsandinê were piştpêrastkirin kir, daku di riya wê re karibin têkevin ezmûnên bidesxistina bawernameya ajokariyê li Tirkiyê.
Û Mustefa bal kişand ku Hikûmeta Demkî ev pêşniyar pêşkşê kir û komîteyek taybet ji bo siponsiriya ezmûnê ava kir, û dana belgeyên pêwîst ji yên ruxset divên re, ji ber ku Hikûmeta Demkî nikare bawernameyaên seretayî bide, ji ber ku tomrgeha ilktironîk û agahiyên taybet bi wê qonaxa xwendinê li ba Ofîsa Çespandina Belgeyan di Hikûmeta Demkî de nîne.
Û got ku Hikûmeta Demkî nameyek ji Rêvebiriyên Girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkî li îyaletan birêkir, tê de xwest ku bawernameyên bi erebî û ji alliyê Hikûmeta Demkî ve derketine bipejrîne, û ew weke belgeyeke fermî be ji bo bidestxistina ruxsetên ajotinê li tirkiyê.
Û mustefa bal kişand ku berpisyarên hikûmeta demkî di pêwendiyên bi aliyê tirkî re ji bo wê fêrnameyê berdewam in, û got ku dê danîna wê belgeyê û mîkanîzma bidestxistina wê yekser raghîne, piştî gihîştina rêkeftinekê bi aliyê tirkî re, û hêvî kir ku ew tişt di demeke nîzîk de pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî