Nivîgeha lêkolîn û belgeyan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî de civîneke diyalokê debarê hilbijartinên Esed yên ne rewa li dar xist, tê de hin endamên desteya Siyasî ya Hevbendiyê li gel hin lêkolîner û siysetmedar û rojnamevan beşdar bûn.
Civîn di bin navnîşana (nirxandina helwesta ji hilbijartinan li Sûriyê) û têde hin pel û nerînên siyasî li ser ne rewatiya hilbijartinên ku rêjîma Esed di nîvê heyva Temûzê de li dar xist hatin pêşkêşkirin.
Pel û nerînên pêşkêşkirî encamên siyasî yê wan hilbijartinan di pêşerojê de anî ziman, ku rêjîm hewil dide bi van karan rawatiya wê ya dest çûye vegerîne, û ji xelkê re diyar bike ku dezgehên zagonsaz hîn kar dikin, li gel redkirina Emerîka û Yekîtîya Orupa ji rewaya van hilbijartinan re yên ku danpêdanê pê nakin.
Hevrêzkarê Nivîgeha lêkolîn û belgeyan di Hevbendiya Niştimanî de, Emîndarê desteya Siyasî Riyad Elhesen, giringiyek da vê workşopê û tekez kir ku divê bingeheke agahiyan li ser kesê beşdarî di van hilbijartinan de wek berbijêr kirine peyda bibe, bi taybet kesên ku navê wan di listeyên terorê de tomarkirî ne.
Elhesen berdewam kir û got ku rêjîma Esed hin kesayetiyên leşkerî ku bi terorê tewanbar in, tevlî karê siyasî kirine, da tewanên wan li dijî gelê Sûriyê winda bike, û ev yek wê bandoreke wê ya xerab hebe li ser pêşroja Sûriyê hebe, û nîşaneke xerab e dema tewanbar serperştiya karê Siyasî bikin.
Elhesen diyar kir ku li darxistina rêjîmê ji van hilbijartinan re ji ber ku pêwîstiya wê bi Perlman heye û da ku tewan û binpêkirinên xwe wina bike, û hin zagonan bide pejirandin bi taybet yên girêdayî yasaya samanên Sûrî, û pejirandina lêbûrîna tewanbaran, û destnîşankirina bodceya Dewletê da diziya xwe ji dahatên welat re winda bike.
Elhesen bal kişan ku rêjîm di riya Perlman re rêkeftinan bi navê Sûriyê emze dike, û firotina deverên Istratîcîk ji Îran û Rûsiya re ta demên dirêj û di riya Perlman re şêweyekî rewatiyê dide van kiryaran.
Hevrêzê nivîsgeha şêwermendiya istratîcîk di Hevbendiyê de Ehmed Remdan got ku ev hilbijartin tên di dema ku nakokiyên navxwî zêde dibin, û em li şêweyê pêrabûnan hilbijartinan nanerin, lê em li bandwera wan ya siyasî dinerin, ku ew peşek ji şanoya vegerandina rewatiyê ye, li gel destêwerdana eşkere ya Îranê di riya kesayetiyên milîsên terrorîst ku gihiştine perleman, û balkişand ku destwerdana Îranê heman dûbarkirina ezmûna Iraqê ye, ku çawa kesayetiyên terrorîst ji Heşda Şeibî derbasî Perlmanê Iraqê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî