Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Henan Elbelxî: Erkê Nûnerên Hevbendiyê Danîna Pilanek Karê Hevbeş û Yekirina Gotara Siyasî Ye.

September 26, 2014
in Dîdara Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A

Nûnera Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Nerwêcê Henan Elbelxî tekez kir; Nerwêc ji welatên Iskendinavî û Ewrupî yên giring e ku wek kilîtekê ji welatên dî re tê dîtin. Ji ber ku Nerwêc mezintirîn sînor bi Rûsiya re heye, Belxî destnîşan kir ku erkê Nûnerên Hevbendiyê danîna pilanek karê hevbeş û yekirina gotara siyasî ye, herweha hevrêzî bo pêşinyarkirina pirojeyin geşepêdan û fêrkirinê ye. Di hevdîtina nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê de Belxî  weha pêde çû; ew yek ji damezirênerên Kutla Niştimanî di Encumena Niştimanî Sûrî de bû, û beşdarî ji destpêka şoreşê de di tevgera Aştiyane de kiriye.

– Tu dikarî kurtenerînekê li ser jiyana xwe berî û piştî şoreşê bidî me?

Ez li Şamê jidayik bûme, koka min ji bajarê Der´a ye,  Kolêja Wêjeyan, beşê Erebî me, Lisans û Macistêr ji zankoya Oslo min bidest xistiy, hejmarek ji xulên ragihandinê û yên diblomasî kirine. Di destpêka şoreşê de li Şamê bûm, min amadeya xwe bo Nameya Macistêr dikir, di mehên destpêkê de beşdarî çalakiyên şoreşê li Şamê, û bi taybetî li Berzê, û Der´a jî bûm. Min kar bo ragihandina şoreşê ji hindirê Sûriyayê kir, piştî wê ez ji yek kesên ku Kutleya Niştimanî ya ku Encumena Niştimanî Sûrî damezirandin ( Kutleya 74an) bûm, û hîn ez endamim tê de. Wek nûnera Hevbendiyê di dawiya heyva pêncan 2014an de li welatê Nerwêcê hatim destnîşankirin.

– Giringiya karê nûnerê Hevbendiyê li Nerwêcê çiye? Dikar çi ji Sûriyan re pêşkêş bike?

Nerwêc ji welatên Iskendinavî û Ewrupî yên giring e ku mîna kilîta siyasî ji welatên dî re tê dîtin, ji ber Nerwic dirêjtirîn sînor bi Rûsiya re heye, û ew ji welatên herî alîkariya hawarçûnê bi milletê Sûrî re dike, û ji welatên ku gelek ji dozdarên penaberiyê pêşwazî dike, her sal budceyê (xerciya aborî ya salan e) zêde dike. delameta nûnertiya Hevbendiyê li Nerwêcê ya sereke di warê siyasî de ye ku kar bi hikûmeta Nerwêcî re bike û pêwendiyan pê re girê bide, ji bilî wilo jî karê nûnertiyê bi ragihandina Xerbî û rêxistinên ku piştgiriya millet Sûriyayê dikin û yekirina karên hawarçûnê ye di yekirina awa û pilanê re, û yekirina karê revenda Sûrî li Nerwêcê.

Pir giring e ku nûnertiya me bihevkariya bi nûnerîtiyên din kar bo danîna nerînek hevgirtî ji karê xwe re û pilanek karê hevbeş û yekirina axavtina siyasî ji Hevbendiyê re li Xerbê bike. Herweha di warê fêrkirinê de jî hevrêzî bi welatên Xerbê re pir pêwist e bo alîkariyê di misogerkirina fêrkirinê bo 4 Melyon zarokên ku  derfeta çûna dibistanan ji dest wan derketiye, di riya pêşkêşkirina pirojeyin geşepêdan û perwerdeyê, misogerkirina şandina  xwendinê, û kar bo pêşxistina rêbazên fêrkirinê bo berdewamiya nûjenkirina wan di demên dirêj de.

– Nerîna te çiye derbarê helwesta Civaka Navdewletî ji şoreşa Sûrî?

 Xerb derbarê pirsgirêka me de nealîkar bûn, me jibilî sozan ji wan negirt, sedem jî lihevnehatina berjewendiyên Xerbê, çi yên Rûsî, Emrîkî, û yan dewletên herêmî derbarê şoreşa Sûriyayê de. Helbet Xerb piştî binpêkirinên ” Daiş” yên berdewam tevgeriya, tev ku em nikarin tirora rejîma Esed ji ya “Daiş” veqetînin,  lê rêxistina tirorist Xerb tirsand ji ber ku ew mîna ” Hovekî” vedizile bê ku kes bikaribe dest deyne ser, û dît ku gelek ji endamên ” Daiş” ji Xerbê hatine, û wê vegerin ta ku bêaramiyê li wê deverê biafirînin.

– Çawa Nûnerên Hevbendiyê dikarin nehêlin pêlên koçberên Sûrî di riya deryayê re koç bibin, di riya metirsiyekê de hindek navê ” Geşta Mirinê” lê dikin.

Dibe ku çareya guncayî ji welatên ku ev geştên qaçaxê jê destpê dikin be, boblat mezin bûye, rola me tenê di alîkariya kesên ku tên welatên em lê hene dimîne, lê welatên Ewrupî biriyar bo pêşwazîkirina hejmarek mezin ji penaberên Sûrî daye, û ev çareserî jî ne giştî ye, divê em mezinbûna vê boblatê di riya kar bo çareserkirina pirsgirêka Sûrî ya ku hîn lidar e sivik bikin.

– Hevbendiya Niştimanî Sûrî mijara vegera bi hemû saziyên xwe ve bo hindirê Sûriyayê guftugo kir, tu çawa li vê mijarê dinêrî?

Ev mijar hîn hewcedarî bingehek guncayî ye ku riya vegerê veke, serbestiya karê Hevbendiyê qedexekirina azmanî pê gerek e, çêkirina deverek aram, dûrî armanckirina rejîma Esed û Rêxistina Dewleta Iraq û Şamê “Daiş”. Ne veşartî ye ji tu kesî ku ji Erkê  Hevbendiyê ye vegere hindirê Sûriyayê ta ku kar li ser erdê bike.

 

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Hevbendiyê Ji Netewên Yekgirtî Re Got: Jinavbirina Terorê Nabe Bê Rûxandina Esed

Hevbendiyê Ji Netewên Yekgirtî Re Got: Jinavbirina Terorê Nabe Bê Rûxandina Esed

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.