Nesir Elherîrî Sekertêrê Giştiyê Hevbendiya Niştimanî ligel rêveberên Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê civiya, herwiha ligel Orhan Mihemed rêveberê cîbecîker û rêveberên nivîsîngehan rewşa yekîneyê di qonaxa dahatî û pêwîstiya hevkariyê û girêdana rol û karê yekîneyê bi kertwarê gengeşe kir, û Elherîrî tekez kir ku yekîne destê cîbecîker û hawarhatina mirovî yê hevbendiyê ye, û tekezî li ser rêkxistina kar û hemahengiyê di navbera Hevbendiyê û saziyên wê de kir. Herwiha Elherîrî li ser cêbicêkirina peywendiya rêxistî di navbera hevbendî û yekîneyê de ya ku biryar li ser hatî dan di dawîtirîn kombûnên desteya giştiya Hevbendiyê de bi dirêjî axifî, û herwiha balkişand li ser pêwîstiye pirkirina piştgiriyê bo welatiyên me yên sûrî yên ku zerermend bûne bi sedema wêrankirina rêjîma Esed. Piştre Elherîrî dirêjî da axaftina xwe û hat li ser astengî û zehmetiyên dikevin pêşiya karê rêveber û karmendan de û çawaniya çaresriya wan ya bilez û dabînkirina pêdawistiyên mirovî yên bilez bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyan heye.
Jêder: Hevbendî