Daxuyaneyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
18 Çêriya paşîn 2014
Yekîneyên parastina gel (ypg) 4 kes li gundewarê Kobanê kuştin, ku hin raportên nûçevanî ragihandin ku ew 4 kes ser bi rêxistina Daiş ve ne, lê çavkaniyên nêzîk ji kesukarên wan tekez kirin ku ew kes sivîlin û ne çekdar bûn û beşdarî di şeran de nekirine, û ew ji gundê Kefir Zêta ne yê ser bi gundewarê Hemayê ve û ji wan awareyên ku ji mirinê reviyane Kobanê.
Hevbendiya Niştimanî behî û seersaxiyê pêşkêşî kesûkarên herçar şehîdan dike, di heman demê de her destdirêjiyeka li ser Sivîlan li her cihekî û ji her aliyekî pirotisto dike, û tekeziyê li ser parastina Sivîlan û pêwîstiya bêalîkirina wan di tevaya karên cengebazî yên li Sûriya dibin dike.
Dilovaniya Xweda Ji Şehîdan Re
Saxbûn Bo Birîndaran
Azadî Ji Girtiyan Re
Serfirazî Û Azadî Ji Sûriyan re.
Bijî Sûriya.