Xwendeakrin Sûrî bi pêşkêşkirina hindek nimûne ji destkefiyên şaristaniya Islamî, bi şêweyê peykeran di pêşengeha ku îroj li devera Elfatih di dilê Istenbolê de bi navê ” Serdema Zêrîn Ya Şaristaniya Islamî ” vebû beşdar bûn.
Yek ji beşdariyên xwendekarên Sûrî şanoyek biçûk bû, armanca wan ji bilî beşdariya di pêşengehê de, kişandina balê ye li ser zehmmetkêşiya xwendevanan li dibistanên wan yên hewcedarî alîkariyê ne.
Çalakî ji hêla Weqfa ” Pêşxistina Mirov û Fêrkirina Civakê” û komeleya ” Kelporê Jinên Misilman Di Dîrokê de” bi sponseriya şarederiya ” Fatih ” hatibû birêxistin. Herweha her du keçên Serok-komarê Tirkî Isra Erdoxan Elbeyreq û Sumeya Erdoxan di vekirina wê de beşdar bûn.
Xwendekarên Sûrî peykerin ji giringtirîn zanyaran re û beriztirîn dahênanên wan re pêşkêş kirin, herweha hindek tişt di çalakiyê de li ser jinên afirêner di serdemên zêrîn ji şaristaniya Islamî pêşkêş bûn.
Ji hêleke dî ve, tabloyin ku 8 afirêneran di şaristaniya Islamî de diyar dikin ji wan ” Şeceret Eldur” li Misrê, û ” Elşifa keça Ebdullah” ji Girava Erebî û ji bilî wan jî li pêşengehê hatin dalqandin.
Serokê şaredariya Fatih ” Mistefa Demir” di gotina xwe ya destpêkirinê de got: ” Pîvanin ji pêşengehê re hene, ev şaristanî ne ya cîhana Islamî tenê ye, ji ber bû şûnmayek hevbeş di nav gerdûnê tevî de, mirovahî sûdê ji çanda wê digire, ji xwe giringiya vê pêşengehê di vir de ye” li gor gotina wî.
gelek caran xwendekarên Sûrî di çalakiyên wisa de ku şaredariya Istenbolê û hemû bajarên dî birê dixin beşdar dibin, mîna derbirînekê li ser karîna wan di afirandin û pişikdariya rewşenbîrî de, tev xerîbiya ku tê de dijîn.