Wezîra rewşenbîrî û karûbarên Xêzanê ya Hikûmeta demkî Texrîd Elhiclî, bi helkefta roja Cîhaniya zarokan, gaziya Civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî û yên mirovî kir ji bo parastina zarokên Sûriyê û got ku “zarokên Sûriyê nirxê herî mezin didin bi sedema terora Esed û kiryarên rêxistinên terorî bi taybetî ji ber kiryarên lêşkerkirina zarokan di qadên şer de”, bi heman helkeftê ya ku sibe roja pêncşemê bîranîna wê ye Elhiclî tekez kir ku zarokên Sûriyê tûşî boblat û mergesatên mezin dibin û “Lewra erkê me tevaye bi şêweyekî kartêker kar bikin ji bo parastina zarokên sûriyê û bêalîkirina wan di milmilaneya ku dibe, ji ber ew nûnerên rasteqîne yên paşeroja Sûriyê ne”. û rêxistina “Unisêf” hişyarî dabû ku nêzîkî 7 milyon zarokên penaber yên Sûrya û Îraqê wê îsal rastî zivistaneke sar bibin, dibin sîbera bêçareya navdewletî derbarî gihandina alîkariyan bo navçeyên kirîz û aloziyan. û ji raportekê hat veguhestin ku berî çend rojan ji aliyê Mariya Kafîs rêvebera herêmî ya Unêsif li Rojhilata navîn û bakurê Afrîqiya ku”zarokên deverê piştî derdeseriyên kişandin bi sedema nakokiyên li Sûriya û Îraqê dibin, bi şêweyekî lezgîn pêwîstiya wan bi alîkariyan heye bi sedema hatina werzê zivistanê û zêdebûna hejmara xêzanên penaber dibin”, û got “lê mixabin bi sedema kawdanên sext û zehmet yên nekarîna gihandinê û kêmbûna perepêdanê em nikarin bigehêjin gelek ji wan zarokan”.
Jêder: Hevbendî+Hikûmeta Demkî