Hîşam Merwa çîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî hewlesta rêxistinên mafnasên navdewletî bi bilindî nirxand û bi taybetî helwesta Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya ku bi komkirina belgeyan êrîşa rêjîma Esed li ser bajarê Sermîn û Qimînaz li gundewarê Idlibê bi gaza kilora jehrdar tekez kiriye, ku bûye sedema jinavbirina xêzanekê bi tevayî û birîndarbûna hin kesên din.
Herwiha Merwa bi erênî pêşwazî li daxwaza rêveberê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrêqiya di rêxistina lêborîna navdewletî de Fêlîb Loser kir li ser daxwaza wî bo pêdiviya raguhestina fayîlê Sûrî bo dadgehên tawanê navdewletî , herwiha Merwa pesnê daxuyanên wî derbarê êrîşa li ser bajarê sermînê da, ku belgeyên zêdetir kom kirine li ser pêkanîna rêjîma Esed ji tawankariyên cengê re.
Merwa amaje kir ku dûvçûna bizavên mafnanasiyê tişteke giring e, heta eger di dema niha hewlên raguhestina fayîlê tawanan bo dadgehên tawanên navdewletî sernekevin jî bi sedema Vîtoyê Rûsiya û Çînê.
Hêjayî gotinê ye ku; Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporteka xwe de li ser malpera xwe belav kiriye û têde tekez kiriye ku, hilîkopterên rêjîmê çar bermîlên teqîner yên gaza kilorê avêtine û bûye sedema birîndarbûna derdora sed kesî , û herwiha amaje kiriye ku pizîşkekî û berpirsê bergiriya Sivîl li rewşa kilînîkî ya hin birîndaran nerîne, û dibêjin ku nîşanên êrîşeke kîmyawî li ser birîndaran hatine xuyakirin , ji sorbûna çavan û bihinçikandinê û kuxika berdewam û herikandina gilîzê ji dev.
Herwiha raportê amaje kiriye ku hêzên rêjîmê bi şêweyekî “nerewa” bi dehên Sivîlan kuştine di zincîreka êrîşên esmanî de li ser bajarê Reqayê di heyva çêriya paşîn de di sala 2014an de , ku ev êrîş bi binpêkirina ji zagona mirovahiya navdewletî re ne, û herwiha hin ji wan bi tawanên şer jî têne dîtin.
Jêder:Hevbendî