Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Elxadirî pêngava erênî ya şandeya komîta Navdewletî ya Xaça Sor derbaê derbaskirina karwanê alîkariyên xwarinê ji taxên Dêra Zorê re yên ji aliyê Daiş ve hatiye dorpêçkirin bilind nirxand.
Xadirî piştî evê pêngavê tekez kir ko Rêjîma Esed dikare pêdiviyên Sivîlan ji xwarinê û vexwarin û cilan dabîn bike, lê ewî xwest ko dorpêça Daiş tekûz bike. Û hem ji bo ji Civaka Navdewletî re bide xuyakirin ko ew jî ji qurmaniyên Daiş e. Xadirî doz kir ko karwanên alîkariyan ji aliyê Xaça Sor ve berdewam bên şandin da bobelat çê nebin,.
Dorpêç li ser Bajarê Dêra Zorê bi destê Daiş çê bû, çimkî nehişt xwarin ji Gundewarê Dêrê di rêya Dêra Zorê – Tedmur re derbas bibe. Her wiha derbasbûna Sivîlan ji bo ewan taxan qedexe kir, çimkî Daiş ewan taxan bi “Xaka Gawirtiyê” bi nav dike, û ji xelkên wan jî xwestin ko derkevin. Berî ko Rêjîm derketina Sivîlên bajêr ji bilî bi firokên leşkerî qedexe bike, ew jî piştî erêkirina serperiştê leşkerî li wê derê.
Li gora kampanya bi navê“Dorpêçê Ji Ser Dêra Zorê Rakin” ragihand, bi encama dorpêçê rewşa mirovî li bajêr pir xerab bûye. Ev 20 roj kehrebe qut bûye û av jî geh tê û geh nayê û hem heyberên avê pak dikin nemane, evê yekê jî hişt ko Spî û gurîbûn û nexweşî wek kulbûna kezebê çê bibin.
Kampanyê ragihand ko hêzên Rêjîmê gava alîkarî tên belavkirin, li Sivîlan didin û carekê destê jinekê şikandin. Nûçeyek jî heye dibêje Zarokek mir, çimkî leşkerekî lêdanek pîs lê kir, Kampanyê mirina Zarokekê bi navê“Cûd Elhisên” nivîsandiye, ya ji encama birçîbûna zêde jiyana xwe jidest da.
Jêder: Hevbendî