Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Lênêrînek Hevbeş Bo Çareseriya Siyasî Li Sûriyê

May 11, 2015
in Daxwiyanî
Reading Time: 5 mins read
A A

Daxuyaniyeke Rojnamevanî ya Hevbeş

Bêhtir ji çil salî ye rêjîmek stemkar û serkutker û ji pêkhateyek piçûk desthildariya Sûriyê dike ku hemû alavan bikartîne bo sepandina desthilatdariya xwe li ser gelê Sûriyê, bi piştguhxistin û dûrxistina piraniya pêkhateyên din yên Civaka Sûriyê, ku tenha yek malbat bi hevkariya bendeka gendel û sextekar ji pêkhateyên gelê Sûriyê deshiltdariya Sûriyê dikin û dirêjiyê didin kuştina Sûriyan û wêrankirina bajaran û têkbirina samanên welat, û hîç kes di Sûriya de natirse ji zayîna Sûriyayek nû bêyî malbata Esed û destek û hevkarên wê.

Di dema ku ew bajaran bi top û firokan bombebaran dike û welatiyan bi çekên kêmyayî û bi bermîlên teqîner dikuje, hevdem ew xelkê di hindur û derve de bi hîlebazî dixapîne, ku tevlhevî û tundrewî û teror elternatîvê tawankarî û desthilatdariya wê ne, lê bi rastî ku ew bitenê nûnerayetiya tawankarî û xirabiyê dike, û ew bi xwe jêderê teror û tundrewiyê ye û herwiha ew bi xwe di Sûriya de hokarê nearamî  û tevlîheviyê ye.

“hêjaye gotinê ku Şoreşa Sûriyê ligel ewlehî û seqamgerî û serweriya yasayê û retkirina tundutîjiyê û pêkanîna aştiya navxweyî radiweste. Lewra ew ne tevgerek tundrew e û ku armanca wê avakirina sîstemek destûrî ye, ku rêz li hez û vîna gel bête girtin, û pabende bi mafên mirov di avakirina dewleteka dadperwer û nûjen de, li ser binyatê hevweletbûna yeksan di erk û mafan de bê cudahiyên olî û regezî û netewî, herwiha bi yekcarî her mizyar û her sizayekî li ser van binyatan ret dike. Û hêvî heye ku Sûriya bibe welatê sercem Sûriyan”.

Helbet wê paşeroja Sûriyê bidestê Sûriyan be, û wê ligor hez û berjewendiya gel be, ku Sûrî bi bawermendiyên xwe yên cuda cuda ve li tevaya welat hevkokin li ser bingorkirina hemû şêweyên fitne û parçebûnê ew dijminên Sûriyê û herwiha hevlabendên rêjîmê li ser dijîn û xudan dibin.

Sûriya ti caran ne welatê olperistiyê bû nejî tayfegeriyê, herwiha mîna hercar welatê miyanrewî û pêkvejiyanê û karvedana niştimanî di navbera sercem pêkhateyên Sûriyê, li ser binyatê bav û bapîran di avakirina dewleta serxwebûn û destûrê, ku di wijdan û jiyana Sûriyan de cihgîr bû:

   –  Dewletek sivîl demokratîk firealî, bi jiyanek destûrî û serweriya yasayê, ku hemû welatî yeksan bin û azadiyên giştî û kesayetî têde parastî bin.

–  Dewlet zilmê li ser welatiyê xwe rake, û mafê qurbaniyan bide û tawanbar û gendelkaran li pêş dadgehên dadperwer dadgeh bike li ser binyatê berpirsyaretiya kesayetî “ku hîç kes gunehê kesekî dî nahilgire”.

– Sûriya paşerojê fersende û delîveyên hevsan û wekhev li pêş serecem welaya veke di dewlet û demudezgehên dewletê de, û di Civak û çalakî û rêxistinan de li ser biyatê behre û şehrezayiyê, û karê giştî ligor lênêrînek niştimanî ya giştgîr bête damezrandin.

– têde deshilat bêne cudakirin û dadwerî serbixwe be, û rêz li heza welatiyan bête girtin di damudezgehên nûnerayetiyê de bi helbjartinên demkî yên azad û pak û zelal de.

Em daxwaza pêgiriyê bi ejendeyên Sûrî dikin û karkirin ligor armancên wan di hemû qonaxan de, ku hîç çareseriyek Siyasî Sûriya rizgar nakê bê çûna Esed û bandeka wî, û pêwîste hîç rolek wî nebe di paşeroja sûriyê de, herwiha ku hevpeyvîna niştimanî ya giştgîr di navbera Sûriyan de ewe kilîta çareseriyan bo paşerojê û ya dawiyê bîne li êş û azarên gel û seqamgerî û ewlehiyê vegerîne welat.

* belgenameya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê “belgenameya piransîpên bingehîn” derbarê çareseriya siyasî di Sûriya de, ya di 14/1/2014an de belgenameyek niştimanî giştgîre bo opozisyona sûriyê hatî derxistin, em pê pabendin û rujd in li ser bicihkirina wê û em sûriyan tevan vexwendî dikin bo pişkdariyê di vê dilsozî û pabendbûnê bikin.

*hevdem ligel serkeftinên hêzên Şoreşê li ser zemînê di tevaya navçeyan de ji başûr heta bakur, her bi heman şêwe tawankariyên rêjîmê jî zêdetir dibin bi bordumankirina gund û bajaran, hevdem ku giringiya peydakirina navçeyên aram jî bo gelê Sûriyê li ser xaka welat zêdetir dibe û em radigehînin ku emê kar bikin bo peydakirina navçeyên tenah bo xelê me û damezrandina kargeriyên sivîl di wan navçeyan de.

* herwiha damezrandina artêşek niştimanî bo Şoreşa sûriyê bûye pêwîstiyek bilez bo rûbirûbûna pêdiviyên paşerojê piştî têkçûna artêşa rêjîma, ku serkeftina rasteqîne ya şoreşê di jidayîkbûna artêşa Sûriya nû de ye ku bi erkê parastina gel û serwerî û serxwebûna welat rabe, û herwiha ewlehî û seqamgeriyê bo welatiyan dabîn bike di tevaya welat de. ku gavên yektiyan di navbera hêzên şoreşê de li ser zemînê di çarçoveya avakirina heman artêşê de tên, ku şoreşger û efserên artêşa Azad û Sûriyên azadîxwaz li her cihekî stûnên wê ne.

* em dibînin ku hevkarî û hemhengiya me bi aliyên din yên opozisyona Sûriyê re ewe bingeh di karê niştimanî bo rajedariya şoreşê û rûxandina rêjîmê û nêzîkbûna roja serkeftinê.

Em hemû aliyên opozisyona Sûriyê bi hemû hêz û partî û şepêl û kesayetiyên niştimanî daxwaz dikin tevlî me bibin bo vî erkî, û pêwîste tev ji bona paşeroja Sûriya kar bikin, Sûriya welatê me ye welatê çand û viyan û mirovayetî û şaristaniyê ye ku hêjaye em bo kar bikin.

 Dilovanî ji Şehîdan re, saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re

Bijî Sûriya û bijî gelê Sûriyê bi serbilindî

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê

Rewta avakirina Dewleta Sûrî

11 gulan 2015

 

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Em Dozê Li Miletên Îranê Dikin Ku Bi Şoreşa Xwe Di Rûyê Rêjîma Diktator Ya Îranî De Bi Yek Bin

Em Dozê Li Miletên Îranê Dikin Ku Bi Şoreşa Xwe Di Rûyê Rêjîma Diktator Ya Îranî De Bi Yek Bin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.