Daxuyaniyeke Rojnamevanî ya Hevbeş
Bêhtir ji çil salî ye rêjîmek stemkar û serkutker û ji pêkhateyek piçûk desthildariya Sûriyê dike ku hemû alavan bikartîne bo sepandina desthilatdariya xwe li ser gelê Sûriyê, bi piştguhxistin û dûrxistina piraniya pêkhateyên din yên Civaka Sûriyê, ku tenha yek malbat bi hevkariya bendeka gendel û sextekar ji pêkhateyên gelê Sûriyê deshiltdariya Sûriyê dikin û dirêjiyê didin kuştina Sûriyan û wêrankirina bajaran û têkbirina samanên welat, û hîç kes di Sûriya de natirse ji zayîna Sûriyayek nû bêyî malbata Esed û destek û hevkarên wê.
Di dema ku ew bajaran bi top û firokan bombebaran dike û welatiyan bi çekên kêmyayî û bi bermîlên teqîner dikuje, hevdem ew xelkê di hindur û derve de bi hîlebazî dixapîne, ku tevlhevî û tundrewî û teror elternatîvê tawankarî û desthilatdariya wê ne, lê bi rastî ku ew bitenê nûnerayetiya tawankarî û xirabiyê dike, û ew bi xwe jêderê teror û tundrewiyê ye û herwiha ew bi xwe di Sûriya de hokarê nearamî û tevlîheviyê ye.
“hêjaye gotinê ku Şoreşa Sûriyê ligel ewlehî û seqamgerî û serweriya yasayê û retkirina tundutîjiyê û pêkanîna aştiya navxweyî radiweste. Lewra ew ne tevgerek tundrew e û ku armanca wê avakirina sîstemek destûrî ye, ku rêz li hez û vîna gel bête girtin, û pabende bi mafên mirov di avakirina dewleteka dadperwer û nûjen de, li ser binyatê hevweletbûna yeksan di erk û mafan de bê cudahiyên olî û regezî û netewî, herwiha bi yekcarî her mizyar û her sizayekî li ser van binyatan ret dike. Û hêvî heye ku Sûriya bibe welatê sercem Sûriyan”.
Helbet wê paşeroja Sûriyê bidestê Sûriyan be, û wê ligor hez û berjewendiya gel be, ku Sûrî bi bawermendiyên xwe yên cuda cuda ve li tevaya welat hevkokin li ser bingorkirina hemû şêweyên fitne û parçebûnê ew dijminên Sûriyê û herwiha hevlabendên rêjîmê li ser dijîn û xudan dibin.
Sûriya ti caran ne welatê olperistiyê bû nejî tayfegeriyê, herwiha mîna hercar welatê miyanrewî û pêkvejiyanê û karvedana niştimanî di navbera sercem pêkhateyên Sûriyê, li ser binyatê bav û bapîran di avakirina dewleta serxwebûn û destûrê, ku di wijdan û jiyana Sûriyan de cihgîr bû:
– Dewletek sivîl demokratîk firealî, bi jiyanek destûrî û serweriya yasayê, ku hemû welatî yeksan bin û azadiyên giştî û kesayetî têde parastî bin.
– Dewlet zilmê li ser welatiyê xwe rake, û mafê qurbaniyan bide û tawanbar û gendelkaran li pêş dadgehên dadperwer dadgeh bike li ser binyatê berpirsyaretiya kesayetî “ku hîç kes gunehê kesekî dî nahilgire”.
– Sûriya paşerojê fersende û delîveyên hevsan û wekhev li pêş serecem welaya veke di dewlet û demudezgehên dewletê de, û di Civak û çalakî û rêxistinan de li ser biyatê behre û şehrezayiyê, û karê giştî ligor lênêrînek niştimanî ya giştgîr bête damezrandin.
– têde deshilat bêne cudakirin û dadwerî serbixwe be, û rêz li heza welatiyan bête girtin di damudezgehên nûnerayetiyê de bi helbjartinên demkî yên azad û pak û zelal de.
Em daxwaza pêgiriyê bi ejendeyên Sûrî dikin û karkirin ligor armancên wan di hemû qonaxan de, ku hîç çareseriyek Siyasî Sûriya rizgar nakê bê çûna Esed û bandeka wî, û pêwîste hîç rolek wî nebe di paşeroja sûriyê de, herwiha ku hevpeyvîna niştimanî ya giştgîr di navbera Sûriyan de ewe kilîta çareseriyan bo paşerojê û ya dawiyê bîne li êş û azarên gel û seqamgerî û ewlehiyê vegerîne welat.
* belgenameya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê “belgenameya piransîpên bingehîn” derbarê çareseriya siyasî di Sûriya de, ya di 14/1/2014an de belgenameyek niştimanî giştgîre bo opozisyona sûriyê hatî derxistin, em pê pabendin û rujd in li ser bicihkirina wê û em sûriyan tevan vexwendî dikin bo pişkdariyê di vê dilsozî û pabendbûnê bikin.
*hevdem ligel serkeftinên hêzên Şoreşê li ser zemînê di tevaya navçeyan de ji başûr heta bakur, her bi heman şêwe tawankariyên rêjîmê jî zêdetir dibin bi bordumankirina gund û bajaran, hevdem ku giringiya peydakirina navçeyên aram jî bo gelê Sûriyê li ser xaka welat zêdetir dibe û em radigehînin ku emê kar bikin bo peydakirina navçeyên tenah bo xelê me û damezrandina kargeriyên sivîl di wan navçeyan de.
* herwiha damezrandina artêşek niştimanî bo Şoreşa sûriyê bûye pêwîstiyek bilez bo rûbirûbûna pêdiviyên paşerojê piştî têkçûna artêşa rêjîma, ku serkeftina rasteqîne ya şoreşê di jidayîkbûna artêşa Sûriya nû de ye ku bi erkê parastina gel û serwerî û serxwebûna welat rabe, û herwiha ewlehî û seqamgeriyê bo welatiyan dabîn bike di tevaya welat de. ku gavên yektiyan di navbera hêzên şoreşê de li ser zemînê di çarçoveya avakirina heman artêşê de tên, ku şoreşger û efserên artêşa Azad û Sûriyên azadîxwaz li her cihekî stûnên wê ne.
* em dibînin ku hevkarî û hemhengiya me bi aliyên din yên opozisyona Sûriyê re ewe bingeh di karê niştimanî bo rajedariya şoreşê û rûxandina rêjîmê û nêzîkbûna roja serkeftinê.
Em hemû aliyên opozisyona Sûriyê bi hemû hêz û partî û şepêl û kesayetiyên niştimanî daxwaz dikin tevlî me bibin bo vî erkî, û pêwîste tev ji bona paşeroja Sûriya kar bikin, Sûriya welatê me ye welatê çand û viyan û mirovayetî û şaristaniyê ye ku hêjaye em bo kar bikin.
Dilovanî ji Şehîdan re, saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û bijî gelê Sûriyê bi serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Rewta avakirina Dewleta Sûrî
11 gulan 2015