Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawana firokên Esed ya duhî li roja şemiyê bi armanckirina taxa Elhimêdiyê li Dêrazorê bi bermîleka teqîner ku bû egera pêkanîna komelkujiyekê û têde û ligor belgeyên têmên hawarçûn û saxlemiyê navên 16 şehîdan hatine dîkomentkirin ku gelek ji wan zarok û jin in û tevlî hejmarek mezin ji birîndaran ku doxên hin birîndaran giranin.
Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku her komelkujiyek tê encamdan ji aliyê firokên Esed yekser ji encamê paşxistina sepandina navçeyên tenah in di Sûriya de, li hember ketwarê tawankariya rêjîmê yê berdewam ku pêwîste li ser civaka navdewletî bi erkê parastina sivîlan rabe bi rêka sepandina navçeyek tenah bo parastina Sivîlan û rêgirtinê li êrîşên Esed, tevlî kişandina hemû şêweyên danpêdana yasayî bi rêjîma Esed, hevdem ligel dubare berçavkirina Stratîjîka Hevpeymaniya Navdewletî û çaksazîkirina xala serekî ya jikarketinê ya ku pêk tê bi nehemahengiya bi artêşa Azad re û nepiştgiriya wê li hember rêjîma Esed û DAIŞê, tevlî ku pêwîste rêjîma Esed têxe di serê lîsta terorê de ji ber ku ew xwedankar û jêderê serekî yê terorê ye.
Hevbendiya Niştimanî silav û destxweşiyê li xweragirî û qehremaniya xelkê Dêrazorê dike, ku vîn û himeta wan û vîna şoreşgeran dupat dike dakokiya gelê Sûriyê li ser mafên xwe di Azadî û dad û şerefmendiyê de, herwiha ku wê sûrbûn û mokirbûn û baweriya wan bi armancên wan zêdetir dibe ku ew himetê werdigirin ji şehîdên xwe yên berdewamiyê didin şoreşê heta bidestxistina serkeftinê.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
24 gulan 2015