Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêjêm Hêjî têkçûnên xwe yên li ser destê Şoreşgeran dîtin dinixumîne. Firokên Esed yên Perwane evê êvarê Nexweşxana Texesisî li bajarê Kefer Zeyta li Gundewarê Hemayê yê Bakur bi Bermîlên Teqîner amanc kir, di encamê de du kes şehîd ketin û hinekî din birîndar bûn û Nexweşxane jî rawestiya, tev ko ew li bajar tenê ye. Ev Tawankarî çê bû di heman çaxî de hêzên Esed Nexweşxana Oryent li bajarê Kefer Nubil li parêzgeha Idlib amanc kir, pir ziyan gihayê.
Em di Hevbendiya Niştimanî de evê tawankariyê protesto dikin, ew derandina peymana Cinêvê ya parastina mirovan ya bingehîn di rewşa cengê de dike, em dubare bibîr tînin ko awayekî istiratîcî yê Rêjîmê ye wekû siyaseteke rêbazkirî li hemû Sûriyê ko Dibistan, Mizgeft û Nexweşxanan û depoyênbijîşkî yên hawarhatinê û xaniyên niştecihan amanc dike.
Hevbendiyê pir caran hişyarî da ko Rêjîm dê tolhildanê ji sivîlan bike. Em dubare tekez dikin ketwariya tawankariya berdewam ya rêjîmê li ser Civaka Navdewletî ferz dike berpirsiyariya parastina sivîlan hilgire, da Herêmekê hêmin û aram û parstî ji wan re dabîn bike. Û hemû danpêdanên Yasayî bi rêjma Esed bikêşin, wisa nikarîbû evan tawankariyan bike ko baweriya wî tuneba ko Civaka Navdewletî bêçare ye.
Tawankariyên Rêjîmê yên berdewam têkçûn û lawaziya hêzên Esed diyar dike bi teybetî piştî serkeftinên Şoreşgeran yên peyapey li parêzgehên Sûriyê yên corbicor tekez dikin ko nema dikare cengan birêve bibe, lê sivîlan amanc dike û çekên kîmawî heta bi bermîlên teqîner û gazên kîmyawî bikar tîne.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
24 Gulanê 2015