Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Derbarê bizavên Netewên Yekgirtî û şandarê wê yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mestora û dorpêçkirina wî ya dawî ji mijara rewşa Sûriyê re ya ji Encûmena Ewlekariyê re hatî pêşkêşkirin, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dixwaze tekeziyê li ser van xalan bike:
1-Em giringiya pabendiya şanderê taybet bi daxuyaniya Jinêv tênin ziman, û piroseya veguhestina siyasî rasteqîne be û veger jê nebe, û tekeziyê dikin li ser ku Sûriya “Dewletek yekgirtî serbixwe û xudan serwerî ye”, û kar ji bona avakirina sîstemek demokratîk li ser binemayê firealîbûna siyasî û veguhestina desthilatê bi rengek aştyane bête kirin, û mafên Sûriyan li ser binyatê hemwelatîbûna wekhev bête gerantî kirin.
2-damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatan ligor biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2118, û diwemîn paşbenda wê dibe bingeha serkeftina pirosêsa siyasî ya bi çavdêriya Netewên Yekgirtî, û tekezî li ser pêkanîna lihevkirinek sûrî li ser cêbicêkirina daxuyaniya Cinêv wê bibe fakterê bidestxistina lihevkiriek navdewletî nemaze di navbera dewletên çavdêr ji daxuyaniya Jinêv re.
3-Ku herdem Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê pêgirî û pabendiya xwe bi çareseriya siyasî û daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî yên pêwendîdar dupat kiriye, û amadebûna xwe daye nîşandan bo tevlîbûna pirosêsa veguhestinek siyasî rasteqîne di Sûriya de, lê rêjîm ev yek red kiriye û rê li pêşiya bizavên Netewên yekgirtî girtiye li ser herdu astê siyasî û yê mirovî jî, ku şanderê navdewletî ev yek piştguh kiriye û dûrî rastiyê ketiye , dema dibîne ku herdu alî pabend in bi ramana çareseriya leşkerî, ku ev yek bitenê rêjîmê bi xwe digire ku berdewamiyê dide şerê xwe yê hovane li ser gelê Sûriyê.
4-gazîkirina danustandinên hevdem û hevseng pêwîste ligor lêvegera kongirê Jinêv 2 be, û ligor biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar be, û bi tevlîbûna nûnerên Şoreş û opozisyonê, û pêwîste ku armanc jê pêkanîna daxuyaniya Jinêv be bi hemû bendên xwe ve û di pêşiyê de damezrandina desteyek fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatan, ji ber ku ew rêça sereke ye ji cêbicêkirina daxuyaniya jinêv re.
5-Helbet ku avakirina sîstemek siyasî nû di Sûriya de dibe bingeh ji bona jinavbirina terorê bi hemû şêwe û pergalên wê ve, ku bêgoman rêjîma niha himbêzgeh û berhemdarê wê terorê ye, dîsa di vê çarçoveyê de Hevbendiya Niştimanî pêgiriya xwe dupat dike bi rûbirûbûn û dijberiya terorê û encamderên wê ligor deqên herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2170 û 2178.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku sersariya Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê di peydakirina parastina pêwîst bo sivîlan, bûye sedemekî serekî bo berdewamiya rêjîmê û mêlîşeyên hevalbendên wê bi dirêjahiya pênc salan li ser pêkanîna tawanên cengê û qirkirinê li dijî mirovahiyê.
Hevbendî dubare pabendiya xwe bi berdewamiya hevpeyvînê ligel hemû hêzên siyasî û yên şoreşger û yên meydanî dupat dike bo gihiştina lênêrînek hevbeş da bibe rêxweşker bo dubare destpêkirina pirosêsa siyasî bi çavdêriya Netewên Yekgirtî ku têde daxwazên Sûriyan bi tevayî misoger bibin di Azadî û dadperwerî û rûmetê de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
1 Tebax 2015