• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Friday, 2 June , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Dorpêça Kêşeya Sûriyê Ya Ku Şandarê Navdewletî Stîvan Dî Mîstora Pêşkêş Kir

August 1, 2015
in Daxwiyanî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Derbarê bizavên Netewên Yekgirtî û şandarê wê yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mestora û dorpêçkirina wî ya dawî ji mijara rewşa Sûriyê re ya ji Encûmena Ewlekariyê re hatî pêşkêşkirin, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dixwaze tekeziyê li ser van xalan bike:

1-Em giringiya pabendiya şanderê taybet bi daxuyaniya Jinêv tênin ziman, û piroseya veguhestina siyasî rasteqîne be û veger jê nebe, û tekeziyê dikin li ser ku Sûriya “Dewletek yekgirtî serbixwe û xudan serwerî ye”, û kar ji bona avakirina sîstemek demokratîk li ser binemayê firealîbûna siyasî û veguhestina desthilatê bi rengek aştyane bête kirin, û mafên Sûriyan li ser binyatê hemwelatîbûna wekhev bête gerantî kirin.

2-damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatan ligor biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2118, û diwemîn paşbenda wê dibe bingeha serkeftina pirosêsa siyasî ya bi çavdêriya Netewên Yekgirtî, û tekezî li ser pêkanîna lihevkirinek sûrî li ser cêbicêkirina daxuyaniya Cinêv wê bibe fakterê bidestxistina lihevkiriek  navdewletî nemaze di navbera dewletên çavdêr ji daxuyaniya Jinêv re.

3-Ku herdem Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê pêgirî û pabendiya xwe bi çareseriya siyasî û daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî yên pêwendîdar dupat kiriye, û amadebûna xwe daye nîşandan bo tevlîbûna pirosêsa veguhestinek siyasî rasteqîne di Sûriya de, lê rêjîm ev yek red kiriye û rê li pêşiya bizavên Netewên yekgirtî girtiye li ser herdu astê siyasî û yê mirovî jî, ku şanderê navdewletî ev yek piştguh kiriye û dûrî rastiyê ketiye , dema dibîne ku herdu alî pabend in bi ramana çareseriya leşkerî, ku ev yek bitenê rêjîmê bi xwe digire ku berdewamiyê dide şerê xwe yê hovane li ser gelê Sûriyê.

4-gazîkirina danustandinên hevdem û hevseng pêwîste ligor lêvegera kongirê Jinêv 2 be, û ligor biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar be, û bi tevlîbûna nûnerên Şoreş û opozisyonê, û pêwîste ku armanc jê pêkanîna daxuyaniya Jinêv be bi hemû bendên xwe ve û di pêşiyê de damezrandina desteyek fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatan, ji ber ku ew rêça sereke ye ji cêbicêkirina daxuyaniya jinêv re.

5-Helbet ku avakirina sîstemek siyasî nû di Sûriya de dibe bingeh ji bona jinavbirina terorê bi hemû şêwe û pergalên wê ve, ku bêgoman rêjîma niha himbêzgeh û berhemdarê wê terorê ye, dîsa di vê çarçoveyê de Hevbendiya Niştimanî pêgiriya xwe dupat dike bi rûbirûbûn û dijberiya terorê û encamderên wê ligor deqên herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2170 û 2178.

Hevbendiya Niştimanî dibîne ku sersariya Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê di peydakirina parastina pêwîst bo sivîlan, bûye sedemekî serekî bo berdewamiya rêjîmê û mêlîşeyên hevalbendên wê bi dirêjahiya pênc salan li ser pêkanîna tawanên cengê û qirkirinê li dijî mirovahiyê.

Hevbendî dubare pabendiya xwe bi berdewamiya hevpeyvînê ligel hemû hêzên siyasî û yên şoreşger û yên meydanî dupat dike bo gihiştina lênêrînek hevbeş da bibe rêxweşker bo dubare destpêkirina pirosêsa siyasî bi çavdêriya Netewên Yekgirtî ku têde daxwazên Sûriyan bi tevayî misoger bibin di Azadî û dadperwerî û rûmetê de.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê

Desteya Giştî

1 Tebax 2015

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Mafnasî: 6 Sivîl li Deverên Cuda yên Sûriyê Bûne Qurbaniyên Mayînên Rijêma Esed û Hevalbendên wê
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: 6 Sivîl li Deverên Cuda yên Sûriyê Bûne Qurbaniyên Mayînên Rijêma Esed û Hevalbendên wê

June 1, 2023
Raporeke Meydanî: 41 Kes li Parêzgeha Deraa di Heyva Bûrî de Hatine Kuştin 2 Xortên ku di Girtîgeha Leşkerî ya Sêdnaya di Bin Îşkenceyê de Mirine di Nav Wan de Hene
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Meydanî: 41 Kes li Parêzgeha Deraa di Heyva Bûrî de Hatine Kuştin 2 Xortên ku di Girtîgeha Leşkerî ya Sêdnaya di Bin Îşkenceyê de Mirine di Nav Wan de Hene

June 1, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Daxwiyanî

Pîrozbahî bi Helkefta Serkeftina Helbijartinan li Turkyê Biserketina Serok Receb Teyib Erdogan

Derbarê Yazdehemîn Salvegera Komkujiya Elholê li Humsê

Derbarê Beşê Taybet bi Sûriyê ji Daxwiyaniya ku Girûpa Heft Dewletan Derxistiye

Derbarê Dijminkariya li Ser Balyozxaneya Dewleta Qeterê ya li Sûdanê

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.