Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Ehmed Xeyrî: Ne Her Kes Buhayê Gihiştina Sînorê Dewletên Ewrupî Pê Re Heye

November 9, 2015
in Dîdara Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ehmed Xeyrî: Ne Her Kes Buhayê Gihiştina Sînorê Dewletên Ewrupî Pê Re Heye

Bo naskirina rewşa penaberên Sûrî li Xerîbiyê, beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, ev hevdîtin bi rojnamevan û çîroknivs Ehmed Xeyrî re pêk anî.

– Di Nehê meha Êlûnê ji vê slê de,  Berlemanê Siwêsrî biryara bilezkirina pêrabûnên xwestekên penaberiyê da, tevlî hewldana têkbirina vê pilanê ji aliyê partiya Gel ve, gello wê metirsiya vê partiya Yemînî ya hişk li ser pêşeroja penaberan tune be eger rojekê di hilbijartinan de biser ket.

Xuyaye sedemên ku hiştin ev biserketina mezin ji hêla partiya Gel de (Yemînî û Gelêrî)di hilbijartinên fidralî pêk were qeyrana penaberan e, ku partiyê giranî dayê û pir alîkariya wê kir, dema ku şerê koçberiyê kir û tevlêbûna Ewrupî kir kaxeza xwe ya biserketî, lê eger ew bi kursiyên bêtir jî biser bikeve tu tirs li ser penaberan tune ye, ji ber çi partî were jê tê xwestin ku li gor destûr û yasayan kar bike.

– Çi pîvan li gel dewletên Ewropî ji bo naskirin û jihev-veqetandina xwestekên penaberiyê hene?, gello yê Şebîh û hevrik her du dikarin mafê penaberiya siyasî wergirin?

Bi rastî, û li gor ez dibihîzim, tu pîvan tune ye, lê ew li ser karîna yê penaber û peydakirina kaxez û belgeyên ku bidin xuyakirin ew hevrik bû û vegera wî metirsiyê li ser jiyana wî çê dike dimîne. Lerwre û li gor guhdana dewletê bi jiyana mirov, bi wan kaxez û belgeyan dike, û li gor tiştê li pêş yê dadwer bibêje dibe ku mafê penaberiya siyasî bistîne, lê diyardeya afirandina derewan pir heye, û ne dûrî çanda welatiyê civakên me ye, dibe ku yek Şebîh û alîgirê rejîmê mafê penaberiya siyasî berî yê hevrik wergire, ew jî li ser kaxez, belge, û derewên ku pêşkêş dike û wî dixin rewşa penaberê siyasî dimîne.

– Gello derew ne yek ji awayên berbidest in li pêş yê Hevrik yan alîgirê rijêmê ku mafê penaberiya siyasî bidest bixe?

Rast e, tekez, destkeftî fakterê sereke ne bo wergirtina mafê penaberiya siyasî, ne tiştekî dî, û ta ku em zulmê li tu kesî nekin, dibe hindek merov bi rastî bo wergirtina mafê parastinê li mafê penaberiya siyasî digerin, û ev kes li gor kesên mafê penaberiya siyasî werdigrin jî beşek pir hindik in. Derbarê çîroka Iqamatan, li vî bajarî bû ye mîna pêkenokan, û îşê wê bi rewşa yê penaber tune ye, tenê maye şens. 

– Pêşwaziya 3000 penaberên Sûrî di sê salên bê de hate ragihandin, gello Siwêsra ew  qas feqîr e ta nikaribe salê ji bilî hezar kesî pêşwazî bike?

Tekez Siwêsra ne feqîr e, lê ji bilî çîroka penaberiya demkî, dibe ew di piştî wê qonxê diramin, ji ber kesên ji deverên şer derketine, mana wan li wir wê dirêj be, û ew dizanin piraniya penaberan eger şer li welatê wan raweste jî venagerin, ji ber wan cihek dîtiye hemû mercên jiyana xweş ya ku li welatê wan tune ye lê peyda dibe. Lewre eger wan derî vekirî hiştin wê welat ji penabran were dagirtin, û wê li gor şîrovekeran encamin neyînî li ser welat hebin.

– Rast e, her kesên tên Siwêsra ziyan gihiştiye wan yan dijî rejîmê ne?

Bawer nakim ziyan gihiştiye hemûyan, lê Ewrupa ji melyonên Rojhilatiyan re xewn bû, û qeyrana Sûrî û hêsankirnên ku dewletê Ewrupî ji Sûryan re pêşkêş kirin, û  girêza gelekan ji kesên li dewletên ciranê Sûrî herikand, tev ku li gor ez dibihîzim yê hewcedarê hembêzkirina dewletên Ewrupî hene, lê ne her kes buhaya gihiştina sînorê dewletên Ewrupî pê re heye, û piraniya kesên ziyan dîtine negihiştine Ewrupa, ew hîn li hindirê Sûrî yan di kampên dewlêtên cîran de dijîn.

– Tu çalakiyên revenda Sûrî yên rewşenbîrî hene, û gello penaberên Sûrî dikarîbûn pirsgirêka xwe ya niştimanî ji millet û hikûmeta Siwêsrî re şîrove bikin?

Ev çend mehên min in li bajarê Bêrin im, min tu çalakî û tevgerên rewşenbîrî nedîtine, piraniya penaberan tu guhdanên wan yên rewşenbîrî tune ne, kula mezin ji wan re wergirtina destkeftiyan û danheva peran e, tu hest dibî ku ev kes ne ji mirinê reviyane, lê hatine van welatan bo kar bikin û pereyan bidin hev û di xweşiyê de bijîn, gelek caran em dibînin ku hin ji penaberan dikevin pêşbirkê de, di warê cil û bergan û bidestxistina alavên Eliktronî  û erebeyan de.

– Vî bajarî tiştekî nû di warê nivîsê de li te zêde kir? Tu bi çalakiyên rewşenbîrî li ser asta kesayetî rabûyî?

Ez di nivîsê de berdewam im, ev teketişt e ku ez tê de ranewestyame, pirojeyên min hemû xwemalî ne û ronî nedîtine, ji ber astengiya ziman û rewşên jiyana di kampan de, û netvlêbûna di seqayên rewşenbîrî de li bajêr yek ji sedemên ku karên min bi rengê kesayetî û ne belavbûyî mame.

Kurtenasîn bi rojnamevan û çîroknivîsê Kurdî Ehmed Xeyrî:

– jidayikbûna Şamê 10.1.1966

– Ji berî 30 salî ve dest bi nivîsê kiriye, beşdarî di gelek semîner û şevbuhêrkên wêjeyî de kiriye.

– Berhemên wî di piraniya rojname û kovarên xwecihî û Erebî de hatine weşandin.

– Karê rojnamegeriyê mîna nûçegihan di gelek rojnameyan de kiriye.

– Gelek xelatên wêjeyêî di warê kurte çîrokê de wergirtine.

– Endamê Komeleya “El- Adiyat” û endamê Yaneya Ekteriyê Ya Wêje û Hunerê , û endamê Yekîtiy Rojnamegerên Sûrî ye.

Ji Berhemên wî:

– çîrokin berhevkirî bi navê ” Sibeheke Dî ya Nexweş” ,  ji weşanênYekîtiya Nivîskaran 2000.

– Elxisûf, çîrok, weşana Dar Kelimat 2006

– Bûyera Hezar Mitrî, çîrok, weşana taybet 2011

– Xanenşîn, kurteçîrok, weşana taybet 2013

– Nasname, çîrok, weşana taybet 2014. 

Li ber çapê: Salan Kurê çiyan, roman. 

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
15 Şehîd Û 100 Birîndar Di Bombebarakirina Li Ser Bajar Û Kampên Penaberan De

15 Şehîd Û 100 Birîndar Di Bombebarakirina Li Ser Bajar Û Kampên Penaberan De

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.