Bo naskirina rewşa penaberên Sûrî li Xerîbiyê, beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, ev hevdîtin bi rojnamevan û çîroknivs Ehmed Xeyrî re pêk anî.
– Di Nehê meha Êlûnê ji vê slê de, Berlemanê Siwêsrî biryara bilezkirina pêrabûnên xwestekên penaberiyê da, tevlî hewldana têkbirina vê pilanê ji aliyê partiya Gel ve, gello wê metirsiya vê partiya Yemînî ya hişk li ser pêşeroja penaberan tune be eger rojekê di hilbijartinan de biser ket.
Xuyaye sedemên ku hiştin ev biserketina mezin ji hêla partiya Gel de (Yemînî û Gelêrî)di hilbijartinên fidralî pêk were qeyrana penaberan e, ku partiyê giranî dayê û pir alîkariya wê kir, dema ku şerê koçberiyê kir û tevlêbûna Ewrupî kir kaxeza xwe ya biserketî, lê eger ew bi kursiyên bêtir jî biser bikeve tu tirs li ser penaberan tune ye, ji ber çi partî were jê tê xwestin ku li gor destûr û yasayan kar bike.
– Çi pîvan li gel dewletên Ewropî ji bo naskirin û jihev-veqetandina xwestekên penaberiyê hene?, gello yê Şebîh û hevrik her du dikarin mafê penaberiya siyasî wergirin?
Bi rastî, û li gor ez dibihîzim, tu pîvan tune ye, lê ew li ser karîna yê penaber û peydakirina kaxez û belgeyên ku bidin xuyakirin ew hevrik bû û vegera wî metirsiyê li ser jiyana wî çê dike dimîne. Lerwre û li gor guhdana dewletê bi jiyana mirov, bi wan kaxez û belgeyan dike, û li gor tiştê li pêş yê dadwer bibêje dibe ku mafê penaberiya siyasî bistîne, lê diyardeya afirandina derewan pir heye, û ne dûrî çanda welatiyê civakên me ye, dibe ku yek Şebîh û alîgirê rejîmê mafê penaberiya siyasî berî yê hevrik wergire, ew jî li ser kaxez, belge, û derewên ku pêşkêş dike û wî dixin rewşa penaberê siyasî dimîne.
– Gello derew ne yek ji awayên berbidest in li pêş yê Hevrik yan alîgirê rijêmê ku mafê penaberiya siyasî bidest bixe?
Rast e, tekez, destkeftî fakterê sereke ne bo wergirtina mafê penaberiya siyasî, ne tiştekî dî, û ta ku em zulmê li tu kesî nekin, dibe hindek merov bi rastî bo wergirtina mafê parastinê li mafê penaberiya siyasî digerin, û ev kes li gor kesên mafê penaberiya siyasî werdigrin jî beşek pir hindik in. Derbarê çîroka Iqamatan, li vî bajarî bû ye mîna pêkenokan, û îşê wê bi rewşa yê penaber tune ye, tenê maye şens.
– Pêşwaziya 3000 penaberên Sûrî di sê salên bê de hate ragihandin, gello Siwêsra ew qas feqîr e ta nikaribe salê ji bilî hezar kesî pêşwazî bike?
Tekez Siwêsra ne feqîr e, lê ji bilî çîroka penaberiya demkî, dibe ew di piştî wê qonxê diramin, ji ber kesên ji deverên şer derketine, mana wan li wir wê dirêj be, û ew dizanin piraniya penaberan eger şer li welatê wan raweste jî venagerin, ji ber wan cihek dîtiye hemû mercên jiyana xweş ya ku li welatê wan tune ye lê peyda dibe. Lewre eger wan derî vekirî hiştin wê welat ji penabran were dagirtin, û wê li gor şîrovekeran encamin neyînî li ser welat hebin.
– Rast e, her kesên tên Siwêsra ziyan gihiştiye wan yan dijî rejîmê ne?
Bawer nakim ziyan gihiştiye hemûyan, lê Ewrupa ji melyonên Rojhilatiyan re xewn bû, û qeyrana Sûrî û hêsankirnên ku dewletê Ewrupî ji Sûryan re pêşkêş kirin, û girêza gelekan ji kesên li dewletên ciranê Sûrî herikand, tev ku li gor ez dibihîzim yê hewcedarê hembêzkirina dewletên Ewrupî hene, lê ne her kes buhaya gihiştina sînorê dewletên Ewrupî pê re heye, û piraniya kesên ziyan dîtine negihiştine Ewrupa, ew hîn li hindirê Sûrî yan di kampên dewlêtên cîran de dijîn.
– Tu çalakiyên revenda Sûrî yên rewşenbîrî hene, û gello penaberên Sûrî dikarîbûn pirsgirêka xwe ya niştimanî ji millet û hikûmeta Siwêsrî re şîrove bikin?
Ev çend mehên min in li bajarê Bêrin im, min tu çalakî û tevgerên rewşenbîrî nedîtine, piraniya penaberan tu guhdanên wan yên rewşenbîrî tune ne, kula mezin ji wan re wergirtina destkeftiyan û danheva peran e, tu hest dibî ku ev kes ne ji mirinê reviyane, lê hatine van welatan bo kar bikin û pereyan bidin hev û di xweşiyê de bijîn, gelek caran em dibînin ku hin ji penaberan dikevin pêşbirkê de, di warê cil û bergan û bidestxistina alavên Eliktronî û erebeyan de.
– Vî bajarî tiştekî nû di warê nivîsê de li te zêde kir? Tu bi çalakiyên rewşenbîrî li ser asta kesayetî rabûyî?
Ez di nivîsê de berdewam im, ev teketişt e ku ez tê de ranewestyame, pirojeyên min hemû xwemalî ne û ronî nedîtine, ji ber astengiya ziman û rewşên jiyana di kampan de, û netvlêbûna di seqayên rewşenbîrî de li bajêr yek ji sedemên ku karên min bi rengê kesayetî û ne belavbûyî mame.
Kurtenasîn bi rojnamevan û çîroknivîsê Kurdî Ehmed Xeyrî:
– jidayikbûna Şamê 10.1.1966
– Ji berî 30 salî ve dest bi nivîsê kiriye, beşdarî di gelek semîner û şevbuhêrkên wêjeyî de kiriye.
– Berhemên wî di piraniya rojname û kovarên xwecihî û Erebî de hatine weşandin.
– Karê rojnamegeriyê mîna nûçegihan di gelek rojnameyan de kiriye.
– Gelek xelatên wêjeyêî di warê kurte çîrokê de wergirtine.
– Endamê Komeleya “El- Adiyat” û endamê Yaneya Ekteriyê Ya Wêje û Hunerê , û endamê Yekîtiy Rojnamegerên Sûrî ye.
Ji Berhemên wî:
– çîrokin berhevkirî bi navê ” Sibeheke Dî ya Nexweş” , ji weşanênYekîtiya Nivîskaran 2000.
– Elxisûf, çîrok, weşana Dar Kelimat 2006
– Bûyera Hezar Mitrî, çîrok, weşana taybet 2011
– Xanenşîn, kurteçîrok, weşana taybet 2013
– Nasname, çîrok, weşana taybet 2014.
Li ber çapê: Salan Kurê çiyan, roman.